Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand, ku wan dest bi qoxana 4. a Pêngava Xezeba Firatê kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, em qonaxa 4. a Xezeba Firatê radighînin. Wê di vê qonaxê de tevahiya bejahiya bakurê Reqayê û geliyê Celab ji çeteyên DAIŞ'ê werin rizgarkirin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Qonaxa 4. bi beşdariya gelek hêzên ku di bin sîwana QSD'ê de tev digerin û bi piştevaniya Hêzên Koalisyona Navneteweyî, dest pê dike. Wê Şervanên QSD'ê ji baskên rojhilat û rojava ber bi Reqayê ve biçin û geliyê Celab û gundewarên bakurê Reqayê rizgar bikin.
Em bang li gelê herêmê dikin ku bi hêzên QSD′ê re bibe alîkar û ji bo ewlekariyê xwe ji baregehên çeteyên DAIŞ'ê vegirin. Ji bo ku çeteyên DAIŞ'ê welatiyan weke mertalên zindî bikar nînin. Em soz didin ku em ê jiyana sivîlan bi ewle bikin.
Em berxwedana gelê xwe û hemû ciwanên Reqa, Dêrezor û Tebqayê ku beşdarî Pêngava Xezeba Firatê bûne silav dikin. Em soz didin ku em ê bajarê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin.
Bijî Sûriya azad û demokratîk, Bijî biratiya gelan."