Qirkirina siyasî: Herî kêm 80 kes hatin destgîrkirin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî kir. Di encamê de herî kêm 80 kes hatin destgîrkirin.

Di serî de Şirnex, Agirî, Amed, Riha, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Colemêrg, Mersîn û Xarpêtê li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin. Herî kêm 80 kes hatin destgîrkirin.

ŞIRNEX

Li navenda Şirnexê û navçeyên Cizîr, Hezex û Qilabanê di serdegirtinan de rêveberê HDP'ê Agît Yîgît, endamê berê yê meclîsa giştî ya bajêr Nezîr Ayan, Fatma Acet, Firat Akyol, Ferîde Karakoyûn, Camî Bîlîk, Nîhat Kuçuk, Mahsûm Kûramî, Serhat Çatûk, Mûstafa Dal, Omer Karavîş û Abdullah Yaman hatin destgîrkirin. 12 kesên destgîrkirî li midûriyetên emniyetan e, tê gotin ku hejmara destgîrkiriyan li bajêr dibe ku zêde bibe.

MÊRDÎN

Li navçeya navendî ya Mêrdînê Artûklû û li navçeyên Qoser û Nisêbînê di serdegirtina malan de heta niha 8 kes hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku li Nisêbînê jî biryara destgîrkirina 10 kesan heye. Li Qoserê Dayika Aştiyê Ferhan Akbûlût a 65 salî jî hate destgîr kirin.

MERSÎN

Li navçeya Akdenîz a Mersînê li tax Gundogdûyê di operasyonan de Ozgur Kûtlû û Nebî Yildiz hatin destgîrkirin. Her wiha ji 13'ê Sibatê ve li bajêr 8 kes hatine destgîrkirin.

AMED

Li navçeya Farqînê ya Amedê di operasyonan de 5 kes hatin destgîrkirin.