'Qirkirin qebûl nekir û tevlî nava refên PKK'ê bû'

Dayik Zubeyde Oncu qala kurê xwe Bunyamîn Oncu kir, ku li navçeya Licê di şer de şehîd bû û got, yek ji sedemên bingehîn ên tevlîbûna kurê wê li nava refên PKK'ê, êrîşên qirkirinê yên li qadên xwerêveberiyê bû.

Bunyamîn Oncu (Berxwedan Amed), ku par 15'ê Adarê tevlî nava refên PKK'ê bû, li navçeya Licê ya Amedê roja 8'ê Adarê di şer de şehîd bû. Cenazeyê Oncu, bêyî malbatê pê bihesînin, li goristana bêkesan a li Yenîkoy a Baglarê veşartin. Piştî 5 mehan, malbatê ji bo teşxîsê serlêdan kir. Di encama testa DNA de derket holê ku cenazeyê Oncu li goristana bêkesan hatiye veşartin. Malbatê cenaze ji wir derxist û li beşeke din a heman goristanê spart axê.

Oncu sala 1986'an li gundê Altinakar ê navçeya Çinar a Amedê di nava malbateke xizan de ji dayik bû û heta 6 saliya xwe li gund ma. Oncu ku di zarokatiya xwe de hîperaktîf bû, weke zarokekî ku çi dixwest dikir, dihate naskirin. Ji ber ku rewşa madî ya malbatê nebaş bû, dibistana seretayî li gundê Geçît ê navçeya Şankuş a Amedê, dibistana navîn jî li navendê xwend. Lîse li navçeya Nûrdagi ya Dîlokê qedand. Oncu di dema lîseyê de ji aliyê mamoste û hevalên xwe yên dibistanê ve gelekî dihate hezkirin. Her serdema dibistanê bi belgeya serketinê diqedand.

'ŞER BÛ SEDEM KU TEVLÎ NAVA REFÊN PKK'Ê BIBE'

Oncu ji ber pirsgirêkên aboriyê nekarî zanîngehê bixwîne û li metropolên Tirkiyeyê di gelek pîşeyên serbest ên weke ewlekariya taybet de xebitî. Herî dawî li Sakaryayê weke wezîfedarê qentarê xebitî, lê ji ber parvekirineke xwe ya li ser Facebookê ji kar hate derxistin. Lê vê parvekirinê gelek tişt di jiyana Oncu de guherand. Oncu li Amedê vegeriya û li vê derê polîtîkaya şerê qirêj a dewletê û berxwedana xwerêveberiyê dît. Oncu ev rewş qebûl nekir û tevlî nava refên PKK'ê bû. Şerê li Sûrê jî bandor li tevlîbûna Oncu kir.

'PARVEKIRINA LI MEDYA SOSYAL, BÛ SEDEM KU JI KAR BÊ DERXISTIN'

Dayik Zubeyde ONcu (62) qala kurê xwe kir. Oncu diyar kir, ku kurê wê ji PKK'ê hez dikir, lê belê ne di asta ku karibe tevlî bibe bû. Dayik Oncu destnîşan kir, ku sedema tevlîbûna wî, polîtîkaya şerê qirêj bû. Dayik Oncu bibîr xist, ku kurê wî ji ber parvekirineke siyasî ya piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji kar hate derxistin û ji ber vê yekê gelekî hêrs bû.

'JI BO AZADIYA GELÊ KURD TEVLÎ NAVA REFÊN PKK'Ê BÛ'

Oncu got, "Kurê min zerar nedabû kesî" û qala kesayetiya kurê xwe kir: "Gelekî zîrek û bi daxwaz bû. Karê ku ji destê wî nedihat jî bi israr dikir û heta dibir serî, dest jê bernedida. Dema ku mezin bû, bû mirovekî gelekî bi exlaq. Kes ji wî aciz nedibû. Gelek aliyên wî yên bedew hebûn ku xweş bi mirovan re li hev dikir. Piştî ku tevlî nava refên PKK'ê bû, me zêde hev nedît. Dema ku me bihîst tevlî PKK'ê bûye, em bi rêzdarî nêzî biryara wî bûn. Hêvîdarim têkoşîna wî, wê rê li ber azadiya Rêberê me û gelê Kurd veke. Ji ber ku wî şerê qirkirinê yê li ser gelê Kurd dihate ferzkirin qebûl nekir û ji bo azadiya me tevlî nava refên PKK'ê bû. Ji aliyê wijdanî ve komkujiyên dihatin kirin qebûl nedikir. Nekarî pêşî li mirovahiya xwe bigire. Bi tevlîbûna li nava refên PKK'ê re ev yek nîşan da. Ez ê têkoşîna wî bidomînim."

Helbesta Oncu ya berî tevlî gerîla bibe bi Kurdî nivîsandibû, wiha ye:

Evîna dila
Bila bêjin ev çibû
Evînek dewlemend
Rastiyek bê derew bû
Xweş bû lê tune bû
Were heval ba min
Ez ketim evînek bêdeng de
Dil dixwaze te bibîne
Ala xwe bavêje ser xwe
Na be evîn bila neçe
ji xwe re bêje evîndaro
Êdî dema evînê ye
Yan mirin an ji azadiyê ye
Ew dema belav dike
Ne çara min li jiyanê ye
Êdî bêje pev re bêje