Qeyyûmên AKP’yî li Wanê çopê berhev nakin

Li Tûşba û Seraya Wanê şaredariya AKP’ê çopê berhev nake. Gel diyar dike dibe ku di demên pêş de ji ber çopê nexweşî belav bibe.

HDP di hilbijartina Adara 2019’an de bi ser ketibû. Bi hinceta ku namzetên HDP’yî KHK’yî ne,namzetiya HDP’yiyan hatibû betalkirin û Salîh Akman ên AKP’yî bûbû şaredarê Tûşpayê. Şaredariya Tûşbayê hatiye asta ku nikare çopan jî berhev bike.

Bi taybetî dora Sîteya Xeratan û Kerestevanan di nav çopê de maye. Qutiyên çopê ligel ku tijî bûne jî çop nayên berhevkirin.

Fikara şêniyan ev e ku ji ber çopê nexweşî belav bibe.

Esnafên Tûşbayê diyar kirin ji bo ku tîfo belav nebe divê tevdîr were stendin û gotin “Heke çareserî neyê dîtin em ê dest bi çalakiyên berdana kar bikin.”

Deriyê Sînor a Kapikoy ya di bin kontrola Şaredariya Serayê jî di nav çopê de maye. Şaredariya Serayê jî di destê qeyyûm de ye. Vî deriyê sînor ji aliyê AKP’ê 7 caran hatibû girtin û 7 caran jî hatibû vekirin. Li deriyê sînor bi tenê lavaboyek jî tune.

Li deriyê sînor her roj bi sedan kes diçin û tên. Esnaf diyar dikin heke çareserî çênebe ew ê nikaribin bazirganiyê bikin.