Qeyyûm navê Parka Aştiyê guherand

Qeyyûmê ku şaredariya Qelqeliya Wanê desteser kiribû, navê Parka Aştiyê ya di dema DTP’ê de hatibû vekirin guherand û kir Parka Yildirim Demîr.

Li Qelqeliya Wanê di sala 2009’an de dema ku DTP di hilbijartinê de bi ser ket Parka Aştiyê vekiribû.

Parka ku 12 sal in navê wê Parka Aştiyê ye ji aliyê qeyyûm û kaymakamê Qelqeliyê navê wê hate guhertin. Qeyyûm navê parkê kir Parka Yildirim Demîr. Yildirim Demîr jî dema xebatkarekî şaredariyê bû di êrîşeke çekdarî de miribû.

Hevşaredarê Qelqeliyê yê HDP’yî Yakûp Almaç ê ku peywira wî hatibû desteserkirin diyar kir ku sedema guherandina navê parkê hêrsa li hemberî aştiyê ye. Almaç got ku, “Ev êrîşa li dijî peyva aştiyê ye. Em dibînin li hemberî peyva aştiyê bi hêrs in. Navên van deran bi daxwaza gel û bi meclîsa şaredariyê tê dayîn. Peyva aştiyê ji bo gelê me pîroz e. Bi rakirina navê aştiyê re hûn nikarin hestên aştiyê yên gelê me ji holê rakin.”