Qeyyûm li ser şaredariyên, Pirsûs, Stewrê, Dêrik û Şemrexê hate peywirdarkirin

Şaredariyên HDP’ê yên Pirsûs, Stewrê, Dêrik û Şemrexê ji aliyê deshilatdariya AKP û MHP’ê hate desteserkirin û qeyyûm li ser şaredariyan hatin peywirdarkirin.

Li Mêrdînê duh di operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredara Stewrê ya HDP’ê Gulistan Oncu, Hevşaredara Şemrexê ya HDP’ê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê ya HDP’ê Mulkiye Esmez hatibûn destgîrkirin. Îro jî ev her sê şaredarî hatin desteserkirin û qeyyûm li ser şaredariyan hate peywirdarkirin. Li aliyê din li cihê Hevşaredara Navçeya Pirsûs a Rihayê Hatîce Çevîk jî qeyûm hate peywirdar krin.

Heta niha qeyûm tayînî 24 şaredariyên HDP'ê kirin ku  3'ê ji wan bajarên mezin in.