Qeyûmê talanker ê li Wanê bi 43 ji sedî buhayê avê zêde kir

Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î hate desteserkirin, qeyûmê Wanê bi rêjeya 43 ji sedî buhayê avê zêde kir. Li Wanêku bêkarî di asta 80 ji sedî de ye, gelê Wanê dibêje ku qeyûm wan talan dike.

Qeyûmê ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi zemê dest bi kar kir. Qeyûmê Wanê destpêkê buhayê veguhastinê zêde kir, piştre jî bi hezaran şêniyên Wanê yên nekarî deynên xwe yên avê bidin da îcrayê. Qeyûm qîma xwe bi vê jî neanî û vê carê bi rêya Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) bi 43 ji sedî buhayê ava vexwarinê zêde kir.

Li Wanê ku bêkarî 80 ji sedî ye, gel li dijî xizanî û bêkariyê li ber xwe dide. Di sala 2011'an de piştî du erdhejên mezin ên li bajêr rû dan û di salên 2016 û 2019'an de desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î ji aliyê qeyûm ve, kir ku gelê Wanê ji aliyê aborî ve bêhtir tengav bibe. Bi hezaran esnafên li Wanê ji ber krîza aboriyê dikanên xwe girtin, bi hezaran jî ketin ber îcrayê. Bi tayînkirina qeyûm re bi hezaran kesên li şaredariyê û saziyên cemaweriyê dixebitin ji kar hatin derxistin. Bi hikumeta AKP'ê re bazirganiya li sînor hate qedexkirin. Sewalkarî ku çavkaniya debarê ya bi hezaran kesî ye bi qedexekirina çêrgeh û zozanan gihîşt asta qedandinê.

Şêniyên Wanê destnîşan dikin ku dewlet tenê wan talan dike û dibêjin, "Tiştekî ku em bidin dewletê êdî nema ye."