Qeyûmê fiîlî 37 karker ji kar kirin
Qeymeqamê Tirk Tolga Togan ku weke 'qeyûmê fiîlî' anîbûn ser Şaredariya Rezan a Amedê, bi hênceta ku 'têkiliya wan bi rêxistinê re heye' 37 karkerên paqijkirinê ji kar kirin.
Qeymeqamê Tirk Tolga Togan ku weke 'qeyûmê fiîlî' anîbûn ser Şaredariya Rezan a Amedê, bi hênceta ku 'têkiliya wan bi rêxistinê re heye' 37 karkerên paqijkirinê ji kar kirin.
Bi biryara ku Walîtiya Amedê standî ku hemû rayeya dewrî Qeymeqamê Rezanê kiribû, bi hênceta ku 'têkiliya wan bi rêxistinê re heye' 37 karkerên paqijiyê yên Şaredariya Baglar a DBP’ê ji kar kirin.
Bi biryara ku Walîtiyê 28’ê Mijdarê standibû, hemû karûbarên şaredariyê yên her cur standina xizmetê, deynan, îhaleyan û hwd. girêdayî Qemeqamê Rezanê Tolga Togan hatibû kirin.
Togan ku weke 'qeyûmê fiîlî' anîbûn ser şaredariyê, nivîsek ji fîrmaya taşeron a paqijiyê re şand ku peymana xizmetê bi wê re nû hatibû kirin, hate gotin, di lêpirsîna 'ewlekariyê' de, hatiye tespîtkirin ku 37 kesên karê paqijiyê dikin 'têkiliya wan bi rêxistinê re heye'.
Qeymeqamiyê 37 navên karkeran ku 'tespît' kiriye ji fîrmayê re şand û xwest ku ji 1’ê Çile ya 2017’an ve êdî dawî li karê van karkeran were anîn.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de a bi nimroya 677’an ku 22’yê Mijdarê di Rojnameya Fermî de weşiyabû, wê rayeyê bi awayekî yek alî dide qeyûman ku peymanên 'têkildarî her cure kirîna mal û xizmetan' de fesh bike.
Ev rayeya ku bi qanûnan dane qeyûman heq û destketiyên karkeran ji dest dîstîn, dibe zemîn ku bi deh hezaran karkerên taşeron ji karê wan werin kirin.
Ji bo ku qeyûm bikaribe vê rayeyê bi kar bîne, pêdivî bi ti biryareke darazê nîn e. Tenê bes e ku, "Midûriyeta Emniyetê ya Giştî agahdar bike ku bi rêxistinê re têkildar in, an jî têkiliya wan pê re heye."