Qeyûmê dagirker karker deyndar derxistin

Qeyûmê ku şaredariya Payîzavayê ya DBP’ê desteser kir, karkerên şaredariyê yên berê ji kar avêt deyndar derxistin. 

Navçeya Wanê ya herî mezin Payîzava, di dema DBP'ê de bê deyn bû. Lê belê piştî ku qeyûmê desthilatiyê şaredarî desteser kir şaredarî kete bin deynan.

Qeyûmê Payîzavayê heta niha 30 mîlyon TL kredî girtiye û şaredarî bêhtir xistiye bin deynan. Piştî ku AKP'ê bi zorê 3'ê Sibata 2017'an şarderiya DBP’ê desteser kir, bi dehan karkerên şarederiyê ji kar avêt. Kesên AKP'yî, li şûna karkerên şaredariyê hatin bicihkirin.

Tenê bi vê ve jî sînordar nema û bi deh hezar lîreyan karkerên ku ji kar hatin avêtin deyndar hatin derxistin. Her karkerî di navbera 10 hezar û mîlyonek TL deyndar hatin derxistin û ev biryar jî bi hişyarnameyan ji karkeran re ragihandin. Di hişyarnamê de tê gotin ku heke deyn neyê dayîn wê faîz, haciz û îcra bê ser mal û talanê wan, heta bikevin girtîgehê. Karkeran bertek nîşanî vê biryarê dan.

'EM Ê DI SINDOQÊ DE HESAB BIPIRSIN'

Karkeran anî ziman ku qeyûm şaredarî bi mîlyonan xistiye bin deynan û bertaka xwe wiha anîn ziman:

"Tevahiya mal û milkê şaredariyê firotin. Em ji kar deranîn û hevalbendên xwe xistin kar. Qeyûmê dagirker, li şûna ku li hevalbendên xwe hesab bipirse, hesab bide; tê me ji kar derdixe û hesab ji me dipirse. Mehaneya ku me bi keda destê xwe girtiye bi faîzê şûnde dixwaze. Em bi keda eniya xwe xebitîn. Niha bi deh hezar lîrayan pere ji me dixwazin. Mehaneya me diyar e. Me ewqas mehane negirtiye ku ewqas pere bidin. Şaredarî xistin bin deynan û niha dixwazin wî deynî ji pişta me derxin. Em ê hesabê vê 31'ê Adarê di hilbijartinê de bipirsin."

SAZIYÊN DI DEMA DBP'Ê DE HATIN VEKIRIN JI WEQFA SUMEYYE RE HATIN DEWRKIRIN

Qeyûmê dagirkeriyê Osman Dogramaci yê ku şaredarî desteser kir, karê wî yê destpêkê bû daxistina tabelayên Kurdî. Ocaxa Tenduristiyê ya Mûharrem Taş da girtin. Saziyên ku di dema şaredariyên DBP'yî de hatin vekirin, dewrî weqfa keça Tayyîp Erdogan Sumeyye Erdogan hatin kirin. Qeyûmê Dogramaci yê bi van têr nebû, saziya Nanê Gel ku gelê xizan bi derfetên xwe ava kiribû girt.