Qeyûm tehemûlî parka Sunduz nekir

18’ê Temûza 1993’yan, bi şev di encama êrîşa kontrayan de 14 jê zarok 24 kes hatin kuştin, ji bo bîranîna kuştiyan navê parkê Sunduz hate datîn. Qeyûmê Miksê ev park li erdê rast kir û tiştek jê nehişt.

Komeke kontra ku qorîcî jî di nav wan de bûn, têkildarî qeleço (komkujiyê) li gel gotinên şahidan jî berpirsên wan dernexistin holê. Berpirsên qeleçoya Sunduzê jî weke qeloçokirinên din ên li ser Kurdan bê hesab xilas bûn.

JI BO BÎRANÎNA KESÊN KU DI KOMKUJIYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN PARK HATE ÇÊKIRIN

Piştî ku berpirsên qeloçoyê nehatin diyarkirin Şaredariya Mezin a Wanê ya DBP’ê ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe ij di vê qeloçeyê de ji dest dane navê parkê Sunduz danîn.

QEYMEQAM PARK LI ERDÊ RAST KIR

Lê Qeymeqam Serhat Karabektaş ku Sibata bihurî bi qeyûmî hate ser şaredariya Miksê ya DBP’ê, bi dozêran park li erdê rast kir û tiştek ji parkê nehişt.

TINEKIRINA PARKA SUNDUZÊ JI BER SEDEMA TIRSÊ YE

Ehdînur Elbîr ku ji qeleçoya Sunduzê filitî got hê jî wan ew roja qeloçoyê ji bîr nekirine. Elbîr diyar kir dewlet gelek caran qeloçoyên ku wê kirin xistiye sukra PKK’ê, navê parkeke ku navê qeloçeyê lê hatiye kirin ji holê rakirin û ev jî bi psîkolojiya sûcdariyê ye û wiha got: ‘’Bi vî rengî diyar bû ku kê ev qeleço kiriye. Wekî ku PKK’ê kiriye çima navê parkê radikini. Sedema ku wiha li parka Sunduzê kirin, bi psîkolojiya sûcdariyê ye.’’