Qeyûm saziyên ji bo gel hatine vekirin girt
Şaredariya Bêgirî ya DBP'yî, bi feraseta 'şaredariya gel' gelek xizmetên girîng ji şêniyên navçeyê re dikir. Heta ku qeyûm lê bi cih bû. Qeyûm, firina gel, klînîka tenduristiyê û kreşa zarokan girt.
Şaredariya Bêgirî ya DBP'yî, bi feraseta 'şaredariya gel' gelek xizmetên girîng ji şêniyên navçeyê re dikir. Heta ku qeyûm lê bi cih bû. Qeyûm, firina gel, klînîka tenduristiyê û kreşa zarokan girt.
Şaredariya Bêgirî ya Wanê, bi darbeyê hat desteserkirin, di hilbijartina herêmî ya sala 2014'an de bi rêjeya ji sedî 51'ê ket destê DBP'ê û Safîre Guneş û Mehmet Alî Tûnç weke hevşaredar hatin hilbijartin. AKP a ku bi rêya siyasetê nekarî şaredariyê bi des bixe, di 17'ê Çileyê de qeyûm lê bi cih kir. Hevşaredar Mehmet Alî Tûnç, endamên meclîsa şaredariyê yên DBP'yî û gelek xebatkar binçav kir, girt.
Şaredariya ku bi xizmetên xwe ji aliyê gel ve gelekî dihat ecibandin, niha veguheriye qereqolê. Şaredariya Bêgiriyê bi budçeyeke kêm, ji bo jinan, perwerde, aborî û çandê karekî serketî dimeşand.
HEVŞAREDAR BI XWE XIZMETA TENDURISTIYÊ DA GEL
Ji ber kêmbûna saziyên tenduristiyê yên li herêmê û buhabûna xizmeta tenduristiyê, Şaredariya Bêgiriyê li navenda navçeyê klînîka tenduristiyê vekir. Li vê navenda tenduristiyê Hevşaredar Dr. Mehmet Alî Tûnç, tevî hemşîreyekê bi xwe, nexweş muayene kir. Ev xizmeta tenduristiyê bêpere dihat dayîn û li vê derê zimanê Kurdî dihat axaftin. Li vê derê ji gel re xizmetên ûltrasyon, tansiyon, enjeksiyon û yên lezgîn, her wiha derman bêpere dihat dayîn. Ev xizmet di rojên Sêşem û Înê de dihat dayîn û bi qasî 80 kes rojane dihatin klînîka tenduristiyê. Hevşaredar Tûnç her wiha di dawiya hefteyê de jî diçû nava gundan û zarok û extiyarên nekarî bihatina navenda navçeyê kontrol dikir. Gel ji vê xizmetê gelekî razî bû.
XEBATA JINÊ YA LI DIJÎ FERASETA FEODAL
Li Tirkiyeyê, yekemcar ji bo wekheviya jin û mêr a di rêveberiya şaredariyan de, DBP'ê sîstema hevserokatiyê da rûniştandin. Safîre Guneş a weke hevşaredar hat hilbijartin, bû dengê jinan di rêveberiya navçeyê de. Li dijî feraseta feodal a ku jinan li derve dihêle, giranî da ser xebatên ji bo jinan. Navenda Jinê ya Sara hat vekirin. Di çarçoveya daxwaz û pêşniyarên jinan de, kar diaht kirin. Ev navenda ku li dijî şîdeta li jinê têdikoşiya, di heman demê de li ser paqijî û tenduristiya jin û zarokan jî semîner dida jinan.
KREŞA BI KURDÎ Û MÊVANXANEYA JINAN
Li dijî asîmîlasyonê, cara yekemîn li navçeyê kreşa bi Kurdî hat vekirin. Li kreşê 3 mamosteyan kar dikirin û xwedî odeyên lîstikê, perwerdeyê û rehabîlîtasyonê bû. 35 xwendekar li vir dihatin perwerdekirin.
Her wiha li navenda navçeyê, ji bo jinên ji gundan hatine mêvanxaneyek jinan hat vekirin. Jinên ku ji bo nexweşxane yan jî karên xwe yên taybet dihatin, piştî ku karê wan qediyan, heta saeta rabûna mînîbusên gudan, li vê mêvanxaneyê bêhn vedidan. Li mêvanxaneyê her wiha xwarin jî ji jinan re dihat dayîn.
Şaredariyê li gorî budçeya xwe li gundên Koşk û Babacan ku mezintirîn gundên navçeyê ne, malên gel vekir.
LI FIRINÊ 3 HEZAR 500 NAN LI GEL DIHAT BELAVKIRIN
Ji bo welatiyên xizan ên ji ber buhabûna nan nedikarî nan bibin mala xwe, Şaredariya Bêgiriyê firina gel vekir. Li firinê rojane 3 hezar 500 nan dihatin lêxistin. Nanê ku li bazarê bi 90 qurişî dihat firotin, li vê firinê bi 50 qurişî dihat dayîn. Her wiha ji bo welatiyên ku rewşa wan a madî nebaş e, rojane 10 nan bêpere dihat dayîn. Li firinê 10 kes bi du vardiyan dixebitîn.
Wekî din rêyên li navçeyê hatin sererastkirin, du park li navenda navçeyê hatin vekirin û 10 hezar şitlên dara sêvan li gel hat belavkirin.
QEYÛM EV HEMÛ XIZMET SEKINAND
Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Bêgiriyê Mehmet Fatîh Çelîkel ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve weke qeyûm li şaredariyê hat bicihkirin, di destpêkê de avahiya şaredariyê mîna qereqolê tijî polîs kir, piştre jî yek bi yek klînîka tenduristiyê, firin, kreşa zarokan, navenda jiyanê ya jinan a Sara girt û karê personelan sekinand.