Qeyûm li Wanê li gorî fikra siyasî dikanan hildiweşîne!

Esnafan nerazîbûn nîşanî hilweşandina dikanên li kêleka Gola Wanê dan û diyar kirin, ligel ku dadgehê hilweşandin daye sekinandin jî, dikan ‘li gorî fikrên siyasî’ tên hilweşandin.

Li navçeya Erdîş a Wanê 12 kargehên li kêleka Gola Wanê bi hinceta ku wê ‘Kordona Peravê’ were çêkirin, ji aliyê qeyûm ve hate hilweşandin. Di projeyê de ji dêvila ku hemû kargeh werin hilweşandin, bi tenê 12 kargeh hatin hilweşandin. Esnafan diyar kirin ku li gorî fikrên wan ên siyasî kargeh hatine hilweşandin, ji dêvila ku hemû kargeh werin hilweşandin, bi tenê 12 kargeh hatine hilweşandin.

‘JI BER FIKRÊN SIYASÎ KARGEH HATIN HILWEŞANDIN’

Dilovan Çagatay ê ku dikana wî hatiye hilweşandin diyar kir ku, 30 sal in kargeha wî li vê derê heye û ligel ku rûhsata wî heye jî, kargeha wî hatiye hilweşandin û got, “Min biryara sekinandina hilweşandinê nîşanî polîs da lê wî jî got ku, ’50 biryar hebin jî, em ê dîsa hilweşînin.’ Ji ber ku em Kurd in, kargeha me hilweşandin. Niha gelek kargeh vekirîne. Ên din jî ji ber fikrên wan ên siyasî hatin hilweşandin.”

‘GELO ÇIMA PROJEYEK JI NAVÎN TÊ DESTPÊKIRIN?’

Çagatay got ku, li aliyê çep û rastê yê kargehên hatine hilweşandin, kargehên din hene û got, “Proje ji serî dest pê dike. Lê ev proje ji navîn hate destpêkirin. Li hemberî vê bêhiqûqiyê em nizanin, em ê biçin ba kê. Me dewlet li dewletê gilî kir, lê me tu çare nedît.”

QEYÛM: VA YE MIN HILWEŞAND!

Bulent Coşkûn diyar kir ku beriya hilweşandinê bi qasî 15 rojan ji wan re teblîgat hatiye û wan tevî 11 esnafan serî li dadgehê dane û dadgehê biryara hilweşandinê da sekinandin. Me doz qezenc kir, lê dîsa jî kargehên me hilweşandin. Qeyûm beriya hilbijartinê randevû nedida me, lê piştî hilweşandinê randevû da û ji me re got, “Min ji we re gotibû ku, ez ê hilweşînim ne wisa? Va ye min hilweşand!”