Qeyûm karkeran mexdûr dike

Qeyûmê ku sala 2016'an li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate danîn, li şûna ku 306 karkerên ji kar hatibûn derxistin li gel biryara dadgehê ji nû ve tevlî kar bike, bi sedan AKP'î xist hundirê şaredariyê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sala 2016'an bi rêya qeyûm hate desteserkirin. 306 karkerên ku sala 2018'an tevlî ezmûna tevlîbûna li kadro ya karkerên taşeron bûn, neserketî hatin hesibandin û ji kar hatin derxistin. Karkeran di asta hiqûqê de dest bi têkoşînê kirin. Dadgehê cara çaran biryar da ku divê karker li karê xwe bêne vegerandin. Lê belê qeyûm destûra vegerê neda karkeran û hîn jî mexdûr dike.

Piştî ku 17'ê Mijdara 2016'an cara yekemîn qeyûm li şaredariyê hate bicihkirin, di 4'ê Kanûna 2017'an de biryarnameyek hate derxistin ku karker ji taşeroniyê derbasî kadroya karker a timî bibin. Bi biryarnameyê re karkerên ku mafê kadrobûyînê bidest xistin, piştî ku lêpirsîna ewlekariyê jî temam bû, navê wan li malpera înternetê ya şaredariyê hate weşandin. 306 karkerên ku di dema qeyûmtiya Walî Mûrat Zorlûoglû de tevlî ezmûnê bûn, ji vê derfetê bêpar hatin hiştin. Piştî hefteyekê 306 karkeran dest bi têkoşîna hiqûqê kir û dadgehê di Sibata 2019'an de biryar da ku ezmûn bêûsil e, şertê qanûnê bi cih nehatiye anîn û divê karker tevlî kar bêne kirin.

Piştî ku biryara dadgeha herêmî ji aiyê Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erzîromê ve hate erêkirin, karker çar caran tevlî ezmûnê hatin kirin. Ji ber ku encama ezmûnê neyînî bû, karkeran careke din serî li dadgehê dan. Piştî biryara çaremîn a dadgehê ya ji bo tevlîkirina karkeran a li kar, di 3'ê Îlonê de careke din ezmûn li karkeran hate ferzkirin. Qeyûm Ozan Balci ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve di sala 2022'an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate bicihkirin, kevneşopiya bêhiqûqî ya qeyûmên beriya xwe dewam kir û 306 karker cara çaremîn neserketî hesiband û tevlî kar nekir.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku 8 sal in Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê desteser kiriye, di nava sê salên dawî de zêdeyî 400 AKP'î û MHP'î tevlî şaredariyê kiriye. Ji karkerên ku zilmê ji qeyûm dibînin çar kes ji ber qezaya kar jiyana xwe ji dest dan. Piraniya karkerên mayî jî neçar mane ku li bajarên Tirkiyeyê di karê înşaetê de bixebitin. Gelek ji wan jî bi salan e bêkar mane.

Karkerên ku pênc sal in bi rengekî bêhiqûqî ji kar bêpar hatine hiştin, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya li dijî vê bêhiqûqiyê dewam bikin.