Qeyûm îhaleyeke neyasayî ji bo kursa taybet ragihand

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, tevî ku neyasayî ye ji bo cihê kurseke taybet îhale ragihand.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ji bo stendina mermeran ji bo kurseke taybet a Quranê ya Parlamenterê AKP’ê Abdulhalat Arvas, îhaleyeke bi 6 milyona TL’yî ragihand. Li gor yasayan, saziyên giştî nabe ku ji bo kesan îhaleyan ragihînin. 

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm Ocan Balci ve tê birêvebirin, meha çûyî li ser malpera xwe îhaleyên ku wê bike, ragihandin. Di nava van îhaleyan de ya herî balkêş jî îhaleya mermeran bû ku ji bo çêkirina kurseke Quranê ya Parlamenterê AKP’ê yê Wanê Abdulhalat Arvas ku wê bê çêkirin.

QILIF JI DIZIYA XWE RE DÎT: ME KURSA QURANÊ DEWRÊ DIYANETÊ KIR

Li kursa Quranê ya taybet ku wê bê çêkirin 5-6 milyon TL bê xerckirin. Arvas û Şaredariya qeyûm ku vê dikin, bi awayekê formalîte nîşan daye ku dewrê Serokatiya Karê Diyanetê kiriye. Şaredarî, nikare razemeniyê li kurseke aîdê Serokatiya Karên Diyanetê bike.