Dawetên ku dawiya vê hefteyê li herêmên cuda yên Wanê pêk hatin bûn hedefa êrîşa polîsên Tirk.
Wan salên dawî bûye bajarê ku herî zêde qedexe lê tê ragihandin. Wan ne bi destûra bingehîn û hiqûqa gerdûnî lê belê bi erkên Walî tê birêvebirin. Li Wanê hezar roj in ku çalakî û xwepêşandan hatine qedexekirin. Di çarçoveya biryara walîtiyê de ku qedexe 15 rojên din dirêj kir, gelek konser û festîvalên ku gelek hunermend tevlî bibin bi rengekî bêhincet hatin qedexekirin. Walîtiya Wanê ku bi rengekî tund dest li daxuyaniyên çapemeniyê yên PD'iyan werdide, hedefa xwe ya nû dawetên bajarê Wanê ye.
BI BOMBEYÊN GAZÊ DEST LI DAWETÊ WERDAN
Polîsên Tirk destpêkê li komên muzîkê yên li dawetan distirên geriyan û di mijara stranan de ew hişyar kirin. Dawiya hefteya derbasbûyî qîma xwe bi vê yekê jî neanîn û bi helîkopterê bombeya gazê avêtin dawetê.
Polîsên Tirk ên li Wanê beriya 3 salan bang li komên muzîkê kiribûn û li emniyetê lîsteya 'stranên qedexe' pêşkêşî wan kiribûn û gef li wan xwaribûn ku gotina van stranên di lîsteyê de sûcê propagandayê ye. Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî destwerdana bi gazê ya polîsên Tirk dan û gotin, ew ê êrîşa li dijî çand û kevneşopiya xwe qebûl nekin û dawetên xwe her pêk bînin.