'Qeyûm bi polîtîkaya talanê Wanê bi rê ve dibe'

Qeyûmê rejîma AKP'ê, ku piştî dîlgirtina hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên DBP'yî dest danî ser şaredariyê, bi bingeha bajarvaniyê dilîze û bajêr neçê dike.

Qeyûmê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye bicihkirin, bajar veguherandiye navenda rantê. Di serî de qadên şênkahiyê, her devera Wanê li çêkirina avahiyan vekiriye û bi vî rengî dibe sedem ku bajarvaniyeke neçê rû bide.

Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cahît Bozbay bi bîr xist, ku rêveberên şaredariyê yên di nava şert û mercên asayî de hatine hilbijartin, di çarçoveya qanûnan de tevdigerin û destnîşan kir, ku hemû pêkanîn û hewldanên qeyûm li dijî qanûnan e. Bozbay diyar kir, ji ber ku mewzûata qanûnî û hiqûq hatiye betalkirin, hemû karên li şaredariyê ji aliyê 5 karmendan ve tên birêvebirin û anî ziman, ku ev kar hem li derveyî qanûnan e, hem jî ne meşrû ne.

GEF LI PAŞEROJA BAJÊR TÊ XWARIN

Bozbay da xuyakirin, ku ji bo qadên çêkirina avahiyan teqez pêwîstî bi biryara meclîsê heye û wiha dewam kir: "Ev destûrname, bi biryara meclîsa şaredariyê re ji aliyê komîsyona avaniyan a li nava meclîsa şaredariyê tê nirxandin û bicihanîn. Biryarên bi vî rengî ji însiyatîfa 5 karmendan re hatine hiştin. Ev bajarvaniya neçê, barên giran li ser binesaziyê bar dike. Xweza û şênkahiya bajêr bi vê rêyê ji holê tên rakirin. Her wiha hewl didin perava Gola Wanê jî ji bo çêkirina avahiyan vekin. Gefeke mezin li paşeroja bajêr tê xwarin."

DI NAVA LEPÊN 5 KARMENDÊN HATINE TAYINKIRIN DE HATIYE HIŞTIN

Bozbay bi bîr xist, ku paşeroja bajarekî qedîm di nav alepên 5 karmendên tayinkirî de hatiye hiştin û diyar kir, ji ber ku mecbûriyeta van a hesabdayina ji bo gel nîne, bi her awayî dikarin biryarê bidin. Bozbay got, "Şaredairya me hin park çêkir. Lê niha ev cihê parkê ji bo lêkirina avahiyan hatiye vekirin û avahî lê tên lêkirin. Qadeke şênkahî li bajêr nemaye. Wan bi polîtîkaya talanê tê birêvebirin."