Qeyûm anîn ser 3 şaredariyên din ên HDP'ê

Desthilata AKP/MHP'ê qeyûm anîn ser Şaredariya Bajarokê Awîskê ya giredayî navçeya Qubînê ya Êlihê û Qerqelî û Elbakê yên Wanê.

Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Qelqelî, Bêgirî û Elbakê kir.  
 
Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxwe ya Tirk qeyûm anîn ser şaredariyên HDP’ê yên navçeyên Elbak, Bêgirî û Qelqeliyê.  Duh Hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Amaç, hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar hatibûn destgîrkirin û îro jî qeyûm anîn şûna wan.
 
Li şûna hevşaredarên Qelqeliyê de Qeymeqamê Qelqeliyê Abdulkadîr Çelîk hate tayînkirin. Li şûna Hevşaredarên Elbakê de jî Qeymeqamê Elbakê Asik Solak wek qeyûm hate tayînkirin. Li şûna Hevşaredarên Bêgirê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan de jî Qeymeqamê Bêgirê Erkan Savar wek qeyûm hate tayînkirin. 
 
HEVŞAREDAR DESTGÎRKIRÎ NE
 
Duh serê sibê polîsan bi ser mala hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç û Dîlan Orencî û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar de girtibû û wan destgîrkirin. Her pênc hevşaredar jî li Miduriyeta Polisan a Wanê tên ragirtin.

QEYÛM ANÎN SER ŞAREDARIYA AWÎSKÊ JÎ

Her wiha qeyûm anîn ser Şaredariya Bajarokê Awîskê ya giredayî navçeya Qubînê ya Êlihê jî. Îro leşkeran bi ser avahiya şaredariyê de girt, dema ku leşkeran  avahiya şaredariyê seh dikir Wezareta Karê Navxwe ya Tirk bi daxuyaniyekê ragihand ku  Hevşaredar Osman Karabulut ji peywirê hatiye standin û li şûna Karabulut Qeymeqamê Qubînê Sînan Aşçi hatiye peywirdarkirin.