Qeymeqamê Tirk Bîrdariya Mafên Mirovan hilweşand

Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Tozanê Abdullah Kadioglû, Bîrdariya Mafên Mirovan a li navenda navçeyê hilweşand.

Li navçeya Tozan a Îdirê, Bîrdariya Mafên Mirovan ku peykerê 2 jinan û Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan li ser bû bi fermana Qeymeqamê Tirk Abdullah Kadioglû ve hate hilweşandin.

Qeymeqam Kadioglû diyar kir ku wê li wî cihî park bê çêkirin û ferman da karkerên şaredariyê ji bo Bîrdariya Mafên Mirovan hilweşînin. Personelên şaredariyê jî duh danê êvarê bi maşînên xwe li dora Bîrdariya Mafên Mirovan civiyan û bîrdarî xera kirin.

Endamê Meclîsa Giştî ya Bajarê Îdirê Nevzat Ûlûtaş li ser mijarê got, "Bîrdariya Mafên Mirovan sala 2016'an di dema Şaredariya DBP'yî de hate çêkirin. Li bîrdariyê 2 peykerên ku jinên Kurd û Azerî temsîl dikin hebûn. Çanda hevpar a gelan nîşan dida. Qeymeqam dixwaze li wî cihî parkê çêbike, lê belê li wê derê ji xwe parkek heye."