Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî
NÛ BÛ

Qeymeqam weke qeyûm ji bo Şaredariya Elbakê hate wezîfedarkirin

Ji bo şaredariya navçeya Elbak a Wanê qeymeqamê navçeyê Abdulselam Oztûrk weke qeyûm hate wezîfedarkirin.

Di saetên şevê de ji bo Hevşaredarê navçeya Elbak a Wanê Îhsan Guler teblîgata ku ji peywirê hatiye girtin hate şandin. Polîsan di saetên şevê de şaredarî dorpêç kirin. Dest bi amadekariyê wezîfedarkirina qeyûm dikin. Ji ber ku roja bêhndanê ya hefteyê bû deriyê şaredariyê girtîbû, polîsan nekarî bikevin hudir li derdorî avahiyê dorpêç kirine.

Di heman saetan de polîsan avêtin ser malên Hevşaredarên Elbakê Ayla Aynûr Tarhan û Îhsan Guler. Ji ber ku hevşaredar ne li mal bûn nehatin binçavkirin.

Ji ber ku Guler ne li mal bû teblîgat radestî keyeyê taxê hate kirin û qeymeqamê navçeyê Abdulsamlam Oztûrk, ji bo şaredariyê weke qeyûm hate wezîfedarkirin.