Qedo: Hikumeta Iraqê bi cîddî li ser pirsgirêkên Şengalê nasekine

Wead Qedo yê ku li parlementoya Iraqê nûnerê kotaya Şebekan ên li deşta Nînova û Mûsilê ye, diyar kir ku hikumeta Iraqê bi cîddî li ser pirsgirêkên Şengalê û vegera koçberan nasekine.

Wead Qedo yê ku li parlementoya Iraqê nûnerê kotaya Şebekan ên li deşta Nînova û Mûsilê, di salvegera 9’emîn a komkujiya Şengalê de diyar kir ku aliyên siyasî rê dane vî tiştî ku ev ferman bi serê civaka Êzidî were û got “Heta niha jî hikumeta Iraqê û ya herêma federe ya Kurdistanê bi cîddî li ser Şengalê nesekinîne û ev hikumet naxwazin ku pirsgirêka Şengalê çareser bibe. Ev hikumet vê rewşê li hemberî sazî û dewletên navneteweyî bi kar tînin.”

Qedo diyar kir kur Şengal di warê cografî de sê dewletan bi hev girêdide û got “Ev der berê jî cihê bazirganiyê bû. Ji ber vê pirsgirêka li ser Şengalê ne pirsgirêkeke normal e û êdî asta navneteweyî jî derbas kiriye. Hinek kes diyar dikin ku ji ber ku PKK li Şengalê xwedî hêz e, pirsgirêka Şengalê kûr e lê em diyar dikin ku tiştekî wisa tune.  PKK demekê li Şengalê erk û berpirsyariya xwe anî cih, gel ji fermanê parast. Kesên ku van îddîyana dikin jî naxwazin pirsgirêka Şengalê çareser bibe û dixwazin PKK’ê bikin sedem da ku Şengal neyê avakirin.”

‘PÊDIVIYA GELÊ ŞENGALÊ BI ÎRADEYEKE HÊZ HEYE’

Parlementer Wead Qedo diyar kir ji bo ku koçber venegerin ser cih û warê xwe PDK zextê li koçberan dike û got “Bi van zextan re dengê gelê Şengalê jî di hilbijartinan de didizin, divê civaka Êzidî û gelê Şengalê xwe komî ser hev bike, tifaqa xwe ava bike, da ku bikaribe li hemberî van lîstikên PDK’ê helwestê nîşan bide.  Di heman demê de dewleta Iraqê heta niha tu zext li PDK û desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê nekiriye da ku ev koçber vegerin ser warê xwe. Em dibînin ku nîvê Şengalê vala ye. PDK jî bi hemû hêza xwe dixebite da ku bikaribe careke din li ser Şengalê bibe desthilatdar.

Şengal niha li deşta Nînova û Iraqê de yek ji aramtirîn cihan e, ji ber ku hêzên heyî li ser erda Şengalê bi erk û berpirsyariya xwe radibin û Şengalê diparêzin. Van hêzan jin û keçên Êzidî ji destê hovan rizgar kirin. Van hêzan bêyî tereddut ji bo civaka Êzidî şehîd bûn. Em ê nehêlin ku Şengal careke din vegere salên beriya 2014’an. Em hewl didin Şengal veguhere Şengaleke serbixwe da ku destê tu kesî tê de tunebe. Em ê di van hilbijartinan de çarenûsa gelê Deşta Nînovayê û bi taybet ya Şengalê diyar bikin. Divê tu kes li pişt perdeyan nikaribe destê xwe biavêje herêmên me. Heta niha di warê leşkerî de hêzên me serwer in, em ê di warê siyasî de jî serweriya van herêman bi dest bixin.”

‘PÊDIVIYA DEŞTA NÎNOVAYÊ BI FELSEFEYEKE NÛ HEYE’

Parlementer Wead Qedo diyar kir li Deşta Nînovayê gelek ol, bîr û bawerî hene û ji ber vê pêdiviya Deşta Nînovayê bi felsefeyeke nû heye ku bi rê ve bibin. Qedo got “Ji bo herêmên Deşta Nînovayê dîsa were avakirin, 20 milyar dînar hatiye amadekirin lê ev têr nake. Divê Deşta Nînovayê karibe xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe. Bi vê gavê re hemû koçberên ku bi êrîşên DAÎŞ’ê re hatibûn, wê vegerin ser cih û warên xwe. Em qebûl nakin ku dewleta Iraqê herêmên wekî Şengal, Telafer, Başîq û Bertîla pêşkêşî herêma Kurdistanê bike. Ji ber ku DAÎŞ’ê li van deran êrîş kir û xisar da gel. Ne heqê Kazimî û ne jî yên din e ku van deran di destê xwe de bikin lîstik. Gelên li van herêman wê bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin.”

Parlementer Wead Qedo bal kişand ser vî tiştî ku tu bingeh û rastiya Peymana 9’ê Cotmehê tuneye  û got “Ez bi xwe jî li dijî vê peymanê me. Tevî birayên xwe yên Êzidî ez li dijî vê peymanê derketine. Armanca vê peymanê ev e ku careke din PDK û pêşmerge li Şengalê bibin desthilatdar. Hikumeta Kazimî xwest careke din Şengalê wekî diyarî bide Başûrê Kurdistanê lê helwesta gelê Şengalê û ya Deşta Nînovayê nehişt ku ev peyman biçe serî.”