Qedexeya hatin û çûnê ya li Kerkûkê ji bo cara duyem hate dirêjkirin

Maseya Krîzê li bajarê Kerkûkê biryara qedexeya hatin û çûnê ji bo cara duyem dirêj kir.

Beriya niha roja 23’ê Adarê qedexeya hatin û çûnê li bajarê Kerkûkê hetanî 28’ê mehê hatibû dirêjkirin.  Îro jî endamên maseya krîzê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê dubare civiyan û piştî civînê bi daxuyaniyekê danzanîn ku ew qedexe heta roja 1’ê Nîsanê hatiye dirêjkirin.

Di destpêka derketina nexweşiya vîrusa koronayê ya li Kerkûkê 11 kes bi vîrusê ketibûn ku şeş kes ji wan baş bûbûn û kesek miribû. Niha jî hejmara kesên ku li Kerkûkê bi wê nexweşiyê ketine 4 kes e.