Qedexeya derketina 'derveyî welat' dane Hevşaredaran

Qedexeya derketina 'derveyî welat' dane Hevşaredarên Şaredariya Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz.

Piştî ku 23'yê Adarê Şaredariya Êlihê hate dagirkirin û qeyûm anîn ser, Hevşaredar Mehmet Demîr û Songul Korkmaz hatibûn destgîkirin. Piştî ku li Midûrtiya Emniyeta Bajêr îfadeyên wan hatin standin vê sibehê anîn edliyê.

Piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê Demîr û Korkmaz bi daxwaza kontrola edlî şandin dadgehê. Demîr û Korkmaz ku li dadgehê îfadeyên wan hatin standin, qedexeya derketina derve dane wan û ew berdan.