Qada gel û gerîla: Behdînan

Behdînan ew qad e ku di dîroka Kurdistanê de cihekî girîng girtiye û roleke sereke di gelek serhildanan lîstiye. Ev herem ku tu carî li hember ti awayên dagirkeriyê serî netewandiyê, îro li pêşberî ezmûneke mezin e.

Dewleta Tirk a dagirker Hezîranê hewl da ku çiyayên Heftanînê dagir bike û ji bo pêkanîna vê planê hemû hêza xwe xist dewrê. Lê bi berxwedana destanî ya gerîlayên HPG û YJA STAR’ê hemû planên wan pûç bûn, leşkerên wan reverev ji qada cenga direviyan, ew cerdevanên xwefiroş lingê xwe şikandin, fîşek li canê xwe dan ji bo ku ji vê operasyonê derkevin. Ango gerîla berxwedaneke wiha kir ku dewleta Tirk a dagirker li Heftanîn şeht bû û çi pergal û pirestîj pêva nema. A rast ne dewleta Tirk ne jî dûvik û xwefiroşên Kurdan bawer nekirin ku gerîla bikaribe bibe bersiv û pêşî li operasyona dagirkeriyê bigre.

ENCAX RÛREŞIYA XWE BINÛXMÎNIN

Encama ku li Heftanînê derket bêguman bandora xwe ne tenê li Kurdistanê kir lê belê ew fermandarên ji xwe bawer ku ji Enqerê pesna operasyona xwe kirin, îro çi rûyê wan nemaye ku derkevin û ji çapemeniyê re daxuyaniyan bidin. Hemû rastiyan vedişêrin. Bi sedan kuştiyên wan di bin tavê de rizîn û nikarîn cenazeyên xwe rakin. Her ku hewil didan, gerîla di bin çend belafirên keşfe de li wan didan û leşkerên din bi wan didan windakirin. Jixwe hatina wezîrê berevaniyê ya Tirkiyê li ser sînor bi armanca ku hinek moralê leşkerên xwe rake. Lê weke ku gotineke Kurdan ew wezîr patika xwe xwirand û zivirî qesra xwe. Bi kurtî li Heftanîn tiştek bi navê artêşa Tirk li holê nema. Encax hewil didin ku rûreşiyê xwe veşêrin û ev binkeftina dijwar ku di rûpelên dîroka wan de reş dike binûxmînin.

GEL ÇEPERÊN XWE DIYAR KIR

Ev tengasiya ku dewleta faşist a Tirk kete nav de ku weke dînekî lê hat bi zanebûn êrîşên xwe li sivîlan zêde kir û xwest bi vê yekê hinek ava rûyê xwe di raya giştî a faşist ya Tirkiyê biparêze. Gelê heremê bitirsînê û heremê ji sivîlan vala bike. Lê gelê başûr bi giştî û yê Behdînî bi taybet li hember dagirkerî û bêdengiya hikûmeta Hewlêrê serî hilda û daket qadan. Lê artêşa Tirk vê carê hêzên Iraqê hedef girt ku diçûn ser erkê xwe ji bo parastina sînora xwe bi Tirkiyê re. Li vir 3 şehadetên giranbûha ya hêzên îraq û gerîla çêbûn ku herdû hêz jî soza tolhildanê dan. Ev êrîşa ku pêş ket gelê heremê bêhtir xist nav çalakiyan ku heya niha jî didome. Ango civaka başûr helwesta xwe ya rast raber kir û li kêlek gerîla çeperên berxwedanê girt.

ÇALAKIYEKÎ TOLHILDANÊ BÛ

HPG weke her carê soza xwe pêk anî û ji bo tolhildan şehîdên êrîşa dewleta Tirk helîkopterekî dewleta Tirk li Çarçêla xist erdê. Bêguman wê tola şehîdan hîn bêhtir were rakirin ji ber hêzên gerîla li bakur û başûr her roj derbên dijwar li dagirkeran dide. Ev çalakiya ku pêk hat di rojeva çapemeniya Erebî û cîhanî bû nûçeya sereke ya wê rojê. Her kes qala çalakiya gerîla dikir û helwesta siyastmedaran ji vê yeke digirtin. Lê çapemeniya şerê taybet a Tirk rojeva wê ew bû ku çima lîreya Tirkan ketiye. Çiqas nexweşiya korona belav bûye û heçkû artêşa wan ne di nav şer da ye. Weke ker û lalan li navarasta wê rojê rawestiyabûn. Ya girîng ew e ku piştgiriya ku ev çalakî bi dest xist ji bo dewleta Tirk derbekî nû bû.

WÊ FAŞÎZIM JI HOLÊ RABE

Wêneya ku tê xîzkirin ku gel û gerîa li vê heremê di nav çeperên parastina Kurdistanê de cih digrin û dewleta Tirk li navarastê li alîgirekî yan jî dostekî ku derewên wan bawer bike digere. Weke ku di şoreşên cîhanê de jî hat dîtin kengî gel û hêza şoreşê bibe yek çi hêz li hember wan xwe ranegirt û bi demê re rûxîya. Dewleta Tirk jî wê di encamê berxwedan gel û gerîlayên Kurdistanê de birûxe û navê faşîzmê di sergoya dîrokê de winda bibe.