Protestoyên li Ranyayê didome

Tê gotin ku xwepêşanderan li Ranyayê buroya Tevgera Goranê şewitandine.

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên protestokirina hikumetê didome. Li bajaroka bi navê Ranyayê ya Silêmaniyê di destê sibehê de girse daket qadan û tê gotin ku girseyê buroya Tevgera Goranê şewitandiye.

Di destê sibehê de buroya Partiya Demokratîk a Sosyalîst jî ji aliyê xwepêşanderan hatibû şewitandin.

Duh hêzên asayîşê di çalakiyên protestoyê de gule li gel reşandibûn û li vê derê 6 kes hatibûn qetilkirin û 103 kes jî birîndar bûbûn. Ji nav birîndaran 80 kes rewşa wan giran e.