Projeyên sextekariyê yên namzetê AKP'ê yê Wanê Takva

Namzetê AKP-MHP'ê Necdet Takva ku di propaganda xwe ya hilbijartinê de soza 'kar-xwarinê' dide, eşkere bû ku dema Serokê Van-TSO bû, alîkariya ji Yekîtiya Ewropayê hat, ne ji bo gel, lê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî.

Namzetê AKP-MHP'ê yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Necdet Takva, beriya 2 salan du proje pêşkêşî Saziya Piştevaniya Pêşvebirina Bejahî û Çandiniyê (TKDK) û DAKA'yê kir. Takva berî du salan projeyên ji bo hilberîna çeperên bi têl û 'jêkirina heywanên bi baskê spî' pêşkêşî TKDT û DAKA kir ku piştgiriyê ji Yekîtiya Ewropayê dibînin. Lê belê ti ji van projeyan bi cih nehat anîn, li devera ku ji bo 'jêkirina heywanên bi baskê spî' hate avakirin ti heywan nehatin serjêkirin, li Febrîqeya Hilberandina Çeperên Têl jî di nava 2 salan de karek nehate kirin.

'PROJEYA SERJÊKIRINA HEYWANÊN BI BASKÊ SPÎ'

Takva sala 2017'an projeya 'Cihê serjêkirina heywanên bi baskê spî' pêşkêşî TKDK'ê kir. Li gorî projeyê bi sedan kes wê li wir bihatina xebitandin. projeya Takva ya ji 500 hezar Euroyî hate qebûlkirin û 300 hezar Euro jê re hate dayin. Takva ji bo vê projeyê li Herêma Pîşesaziya Organîzeyî erd kirî û li wir avahiyek lê kir. Lê belê di nava 2 salên derbasbûyî de karê ku digot bi cih neanî. Tenê ji xwe re depoyeke sar li herêmê çêkir û li wir mirîşk da firotin. Takva plan dike ku vî cihî 5 salan ji bo vî karê xwe yê şexsî bi kar bîne û piştî ku têra xwe qezenç kir, cih û avahiya di kontrola Yekîtiya Ewropayê de radest bike.

FEBRÎQEYA TÊLAN NEHATE VEKIRIN

Yek ji projeyên ku Takva ji bo wê pere stend lê çênekir û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar anî, febrîqeya têlan e ku projeya wê pêşkêşî DAKA'yê kir. Takva ku bi rêjeyeke bilind alîkarî ji DAKA'yê wergirt, ji bo vê derê hinek makîne kirî, lê dest bi hilberîna têlan nekir. Takva dixwaze 5 salan vê derê weke cihekî ku kar dike nîşan bide, bi vî rengî pere qezenç bike û dûre jî cih bi buhayekî zêde bifiroşe.