Prîeto: Divê her kes xwedî li Ocalan derkeve

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûr bi koma sêyemîn dewam dike. Enternasyonalîstê bi navê Poblo Prîeto (Koçer) ê di çalakiyê de cih girtibû banga tevlîbûn û xurtkirina têkoşîna li gel Kurdan kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi koma sêyemîn berdewam dike. Divê komê de enternasyonalîstê bi navê Poblo Prîetoyê bi eslê xwe Spanyayê ye jî cih digire. Prîeto bang li hemû hêzên enternasyonalîst kir ku tevlî têkoşîna gelê Kurd bibin û got: “Têkoşîna Kurdan têkoşînekî cîhanî ye.”

‘REWŞA RÊBER APO YA LI TIRIYEYÊ NE NORMAL E’

Poblo Prîeto bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Serok Apo tevlî çalakiyê bûme. Rewaş Rêber Apo li Tirkiye ne normal e. Dewleta Tirk dewletekî faşîst e, taybetmendiyên hemû dewletan ev e, ev çi li Ewropa û çi jî li Amerîka jî heman e, li dijî civakê ne.”

‘PKK Û YPG/YPJ TEMSÎLA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE’

Prîeto qala berxwedana Kurdan û taybet ya YPG/YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê kir û wiha pêde daket: “Divê hemû aliyên enternasyonalîst cihê xwe di berxwedan û têkoşîna gelê Kurd de bigire. Ev têkoşîn ne tenê têkoşîna YPG/YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê ye. Ev têkoşîna hemû mirovahiyê ye, têkoşîna cîhanî ya li dijî faşîzmê ye. PKK û YPJ/YPG temsîla têkoşînê ya li dijî faşîzmê dike ye.”

‘LI VIR AZADÎ, DEMOKRASÎ HEYE, EZ AZAD IM’

Poblo Prîeto li ser hatina xwe ya li Mexmûrê jî ev tişt anî ziman: “Ez li vir di xebatên aborî de kar dikim. Şer ne tenê bi çek tê kirin, aborî jî beşek mezin ê têkoşînê ye.Li gel şer divê aliyê din ên civakê jî bên xurtkirin. Xweseriyê ava bikin.Li Mexmûr azadî heye, demokrasî heye. Ez azad im. Li vir kêfxweş im. Niha nîv Ewropî nîv Kurd im.”

‘EZ BÊ WELAT IM’

Li ser pirsa bê ka çima navê te Koçer e Prîeto bersivek balkêş da û wiha pêde çû: “Ez bêwelat im, bi eslê xwe ji Spanyayê me. Li Ewropa derfetê jiyanê nîne û rê nayê dayîn ku ji bo civakê kar bikî. Tu nikarî li Ewropa tiştekî bikî tenê dikarî xwe bifiroşî.

‘ENTERNASYONALÎST DIVÊ LI HER DERÊ ÇALAKIYAN XURT BIKIN’

Herî dawî enternasyonalîst Poblo Prîeto (Koçer) bang li her kesî kir ku anî ziman ku rewşa Ocalan, Leyal Guven û girtiyên azadiyêyên li zindanênTirkiyeyê pir giran e. Prîeto banga xwedîderketin û xurtkirina çalakiyê di serî de li enternasyonalîst û hemû gelan kir. Çalakiyên greva birçîbûnê li Ewropa, Awûstûrya û her derê yên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin, divê bên xurtkirin. Em bi çalakiyên xwe balê bikişînin ser rewşa SerokApo û gelêKurd.”