‘Polîtîkayên girtîgehan li Îmraliyê tên amadekirin’

Di panela bi navê “Li girtîgehan binpêkirina mafan, tecrîd û mafê xwegihandina tenduristiyê” de hate gotin ku polîtîkayên girtîgehan li Îmraliyê tên amadekirin û belavî hemû girtîgehan bûne.

Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi mijara “Li girtîgehan binpêkirina mafan, tecrîd û mafê xwe gihandina tenduristiyê” panelek lidarxist. Di panelê de hate gotin ku li cihê ku tecrîd lê heye em nikarin qala tenduristiyê bikin, heke tecrîd hebe civak bi giştî netendurist e.

Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi mijara “Li girtîgehan binpêkirina mafan, tecrîd û mafê xwe gihandina tenduristiyê” panelek lidarxist. Moderatoriya panela ku li oteleke navçeya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin, Esra Perçîn kir. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, endamê Desteya Odeya Bijîşkan a Amedê Firat Akengîn û Hevserokê berê yê Şaxa SES'a Amedê Recep Orûç weke panelîst beşdarî panelê bûn û her yekê mijarek pêşkeş kirin. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl di panele de cih girtin.

‘ATK’Ê TAYBETMENDIYÊ SAZIYEKE SERBIXWE WINDA KIRIYE‘

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, destnîşan kir ku rola diyarker a Saziya Tiba Edlî (ATK) ku di vî warî de xwedî îmajeke neyînî ye û anî ziman ku ATK saziyeke pispor e û ne serbixwe ye. Eren bi lêv kir ku ji ber budçeya ATK’ê ji aliyê Wezareta Dadê ve tê dayîn, taybetmendiya xwe ya ‘saziyeke serbixwe’ winda kiriye û wiha got: “Ji ber vê yekê me bawer nekir ku raporên ATK dide objektîf û bêalî ne û hêj jî em bawer nakin.”

Eren diyar kir ku rapora ATK’ê ya nikare di girtîgehê de bimîne bi tena serê xwe tere nake û wiha berdewam kir: “ATK biryareke bi vî rengî bide jî wê bi tena serê xwe têre neke. Tê gotin ku divê ev kes kesekî wisa be ku li ser ewlehiya civakê xetereyê çêneke. Lê bifikirin ku hûn wî ji ber nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne wî berdidin, cezayê wî taloq dikin lê di heman demê de divê ji bo civakê xetere nebe. Dibe ku du pîvanên bi vî rengî li kêleka hev bin? Lê belê ya ku em niha fêm dikin ew e ku qanûna 'ji bo rojên xwe yên dawî li girtîgehê derbas neke ji bo nemire' bi cih tê anîn. Di dema pêwîst de jî ev bi cih nayê anîn. Ji bo civakê xetere tê gotin, nikare xwe bi tena serê xwe bidomîne, lê ev çi nakokiyek e ku ji bo derketina derve wê bibe xeteriyek? Li vir dîsa sûcê ku ji bo wî hatiye înfazkirin tê lêkolînkirin. Divê êdî ATK ji vê avaniya girêdayî xwe rizgar bike.”

‘JI AZADIYA XWE BÊPAR TÊ HIŞTIN’

Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî diyar kir ku rejîma înfaza ceza ya li Tirkiyeyê ne însanî ye, ne li gorî rûmeta mirovan e û wiha got: “Li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan tên hînkirin û ji ber ku li girtîgehan polîtîkaya bêcezahiştinê heye ji ber van binpêkirina mafan tu tedbîr nayên girtin. Girtî bi binpêkirina mafê jiyanê û mafê ragihandinê yê ku dîtine re rû bi rû ne.”

Çevîrmen anî ziman ku şûna ku girtiyên nexweş bên berdan, weke çareserî xizmeta tenduristiyê hate hêsankirin û ew sewqî Girtîgehên Tîpên R hatine kirin û destnîşan kir ku 3 Girtîgehên Tîpên R hene û ji ber hejmara zêde ya girtiyên nexweş pêdivî bi cih neanî. Çevîrmen bi bîr xist ku ev girtîgeh li Metrîs, Menemen û Xarpêtê ne û wiha berdewam kir: “Li van girtîgehan dixwazin bikin ku girtiyên nexweş baş xuya bikin, lê rewş ne bi vî rengî ye. Girtiyên nexweş ên giran ji bo sê kesan li hundir tên ragirtin û neçar in li hev xwedî derkevin. Her wiha li wir binpêkirinên pir giran ên tenduristiyê hene.”

‘POLÎTÎKAYÊN GIRTÎGEHAN LI ÎMRALIYÊ TÊN AMADEKIRIN’

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî destnîşan kir ku polîtîkayên girtîgehan li Îmraliyê tên amadekirin û belavî hemû girtîgehan bûne û wiha got: “Operasyonên li derveyî sînorên Tirkiyeyê tên birêvibirin, berdewama tecrîdê ne. Bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ji Îmraliyê dest pê dike û li tevahiya welat belav dibe.”

‘GIRTÎBÛN XWE GIHANDINA TENDURISTIYÊ ASTENG NAKE’

Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Amedê Firat Akengîn diyar kir ku girtin bi xwe pirsgirêka tenduristiyê ye û got ku bê azadî ne mimkun e mirov bi tendurist be. Akengîn da xuyakirin ku di tevahiya dîrokê de girtîgeh bûne cihên pirsgirêkên tenduristiyê û hem mafê jiyanê hem jî yê tenduristiyê yê girtiyan berpirsyariya dewletan e û anî ziman ku mafê xwegihandina tenduristiyê rêbazeke cezakirinê ye. Akengîn Rêziknameya Mandela ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafên li girtîgehan bi bîr xist û îşaret bi Protokolên Stenbolê ku divê girtî di çi şert û mercan de bên muayenekirin sererast dike.

‘CIVAK BI GIŞTÎ NETENDURIST E’

Hevserokê Şaxa SES’a Amedê yê berê Recep Orûç jî bi lêv kir ku desthilat weke navgîneke islahê pêdiviyê bi tecrîdê dibînin û wiha got: “Di esasê xwe de tecrîd amûreke serdestiyê ye, her ferd û civaka ku serdestiyê ji holê radike, rastî tecrîdê tê. Tecrîd li ser her kesên li dijî serdestan derdikevin tê pêkanîn, 100 sal in Kurd di nav tecrîdê de ne û di nava 40 salên dawî de kûr bûne. Şoreşa Rojava tê xwestin bê tecrîdkirin. Li cihê ku tecrîd lê heye em nikarin qala tenduristiyê bikin, heke tecrîd hebe civak bi giştî netendurist e.”