Polîtîkaya AKP'ê ya girtîgehan: 437 girtîgeh, 260 hezar girtî

Li Kurdistan û Tirkiyeyê niha 384 girtîgeh hene, lê vê yekê têra rejîma AKP'ê nekir û 53 hebên din hatin çêkirin. Hejmara girtî û hikumxwaran zêdeyî 260 hezar e ku 1.500 jê nexweş in.

Polîtîkaya dewleta Tirk a li ser girtîgehan, binpêkirina mafên mirovan giran dike û weke pirsgirêke civakî û siyasî derdikeve holê. Her yek ji girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo girtiyên siyasî bûye êşkencexane.

Lêgerîna bi rengekî tazî, cezayên giran ên dîsîplînê, sirgûn, êşkence, kiryarên xerab, tecrîd, nêzîkatiyên biçûkxistina malbatan û kiryarên mîna vê, rêbazên sereke yên polîtîkaya AKP'ê ya li ser girtîgehan e.

53 GIRTÎGEHÊN NÛ ÇÊKIR

Gelek dewlet ji bo karibin jiyana gelê xwe baştir û bi kalîte bike, li rê û rêbazan digerin. Lê dewleta Tirk ji bo mirovan soza çêkirina girtîgehên nû dide. Projeya 19 girtîgehên bi mezinahiya 2 milyon 269 hezar û 924 metreçargoşeyî niha qediya ye. Li gorî plansaziya sala 2018'an a Wezareta Edaletê, wê 53 girtîgehên nû bên çêkirin.

Girtîgehên nû tên çêkirin jî li gorî konsepta tecrîdê ku li Îmraliyê nêzî 20 sal in tê ferzkirin, tên amadekirin.

ZÊDEBÛNA HEJMARA GIRTIYAN

Bi desthilatdariya AKP'ê re hejmara girtiyan bû 260 hezar. Bi girtîgehên nû yên vebûne û bên vekirin re, tê gotin ku hejmara girtiyan wê bibe 800 hezar. Ev yek li gorî nifûsa Kurdistan û Tirkiyeyê tê wê wateyê ku her yek ji 100 kesî wê girtî be. Berî ku AKP bibe desthilatdar, hejmara girtiyan di 31'ê Kanûna 2002'an de bi giştî 59 hezar û 429 kes bû. Di nava 16 salên desthilatdariya AKP'ê de bi çar qatan zêde bû û 15'ê Gulana 2018'an bû 246 hezar û 416 kes.

1.500 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE KU REWŞA 402 JI WAN GIRAN E

Wekî din 1.500 girtiyên nexweş hene û rewşa 402 ji wan giran e. Polîtîkaya dewleta Tirk a li ser girtiyên nexweş, herî dawî di mînakên Koçer Ozdal û Celal Şeker de hate dîtin. Ev her du girtî, tevî ku gelek nexweşiyên giran bi wan re hebû, Saziya Tipa Edlî rapora 'Di hatin û çûna nexweşxaneyê de astengî nîne, lewma dikarin li girtîgehê bên hiştin' da wan. Di dawiyê de jî her du girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Serokê Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Abdullah Zeytûn li ser rewşa giran a li girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

ÊŞKENCE Û KIRYARÊN XERAB

Zeytûn diyar kir, hema bêjin li her girtîgehê êşkence û kiryarên xerab hene û got, "Di dema sermijartinê de li girtiyan tê ferzkirin ku rabin ser piyan, ji ber lêpirsînên dîsîplînê cezayê hucreyê li wan tê qutkirin, hevdîtin tên qedexekirin, ji xizmeta tenduristiyê bêpar tên hiştin û tên sirgûnkirin. Atmosfera heyî ya siyasî ya li Tirkiyeyê herî zêde xwe li ser girtî û hikumxwaran nîşan dide. Li dijî girtiyên siyasî bi taybetî êrîş tê kirin. Di serî de girtîgehên Xarpêt, Tarsûs û Patnosê em vê yekê li gelek girtîgehan dibînin."

Zeytûn ragihand, salên dawî stratejiya li dijî girtiyên siyasî bi giranî pratîka cezakirinê ye û got, "Li qawîşên ku cihê 10 kesan lê hene, zêdeyî 20 kes tên hiştin. Ji ber ku girtîgeh ne paqij in, rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş girantir dibe. Tevî ku me gelek serlêdan li saziyên pêwendîdar kirin, bersiv nedan."