Polîsên Tirk ên li Wanê: Strana Demîrtaş divê neyê lêdan!

Hat ragihandin ku polîsên Wanê di mîtînga Wijdan û Edaletê ya HDP’ê de ji ber strana “Selo lawo Selo Can” a ji bo Selahattîn Demîrtaş tehdîta ‘betalkirina mîtîngê’ kirine.

Hevseroka Bajêr a Wanê Gulistan Orhan diyar kir ku polîs û dozger ji Erdogan cesaret distînin û got “Selahattîn Demîrtaş vîna gelê Kurd e. Ne mumkun e ku em helwesteke wisa qebûl bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ligel ku têkildarî wî tu biryara dadgehê tuneye jî polîsên Wanê ew ‘sûcdar’ îlan kir. Di mîtînga Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya Wanê ya di 20’ê Îlona 2017’an de mudaxeleyî strana ‘Selo lawo Selo can’ hate kirin.

Polîsan ji rêveberên bajêr ên HDP’ê re ragihandin ku ev stran ‘pesnê sûc û sûcdaran’ dide û diyar kirin divê neyê lêdan. Ligel îtîrazên HDP’yiyan jî polîsan diyar kirin ku ew ê ‘mudaxele’ bikin û mîtîngê asteng bikin. Lê HDP’yiyan nerazîbûn nîşanî vê helwesta polîsan dan û diyar kirin ku ew ê bi paş ve gav neavêjin.

ORHAN: POLÎS JI ERDOGAN CESARET WERDIGIRIN

Têkildarî meseleyê Hevseroka Bajêr a HDP’ê Gulistan Orhan diyar kir ku polîs û dozger ji Erdogan cesaret werdigirin û got, “Beriya mîtîngê û di mîtîngê de em rastî gelek astengiyan hatin lê ligel van astengiyan jî me mîtîngeke xurt li dar xist. Strana ji bo rêzdar Selahattîn Demîrtaş hatibû çêkirin jî asteng kirin. Rêzdar Selahattîn Demîrtaş ne sûcdar e, ew hevserok û parlementerê me ye. Nabe ku em vê helwesta polîsan qebûl bikin.”