Polîsên Tirk li Wanê avêtin ser malê û 3 saetan êşkence kirin

Polîsên Tirk li Wanê avêtin ser mala Malbata Ozer û 3 saetan êşkence kirin.

Polîsên Tirk piştî hovîtiya ku li malbata Şahîn kirin, vê carê jî li navçeya Artemêtanê avêtin ser mala malbata Ozer û êşkence li wan kirin. Li gorî nûçeya Jinnewsê, polîsên Tirk avêtin ser malbata Ozer, 5 kesên ji malbatê û Şukran Yildiz destgîr kirin. Di dema serdegirtinê de 17 kes li malê bûn ku 4 jê zarok bûn. Polîsan 3 saetan êşkence li Makbûle ya 78 salî, Hadî, Medenî, Ubeydûllah, Emrûllah Ozer û Şuran Yildiz kirin.

'LI BER ÇAVÊ ZAROKÊN WAN...'

6 kesên hatin destgîrkirin hîn li Emniyetê ne. Yek ji ferdê malbatê, êşkenceya ku di dema serdegirtinê de li wan hate kirin vegot:

"(...) Tevî dayik, bav û zarokan me xwe li erdê dirêj kir. Bang li kekê min kirin ku li ber wan bibe bertal. Destpêkê jê re gotin, 'li mala we jineke xerîb heye, kî ye?' Kekê min got ku ew nû hatiye û nizane bê kî ye. Wê wextê jineke bi navê Şukran ku tevî Makbûle ji bo tedawiyê hatibû li cem me bû. Makbûle cebar e. Em Şukran nas nakin. Rojê 20 kes tên mala me û diçin. Şukran jî ji bo zikê xwe hatibû cem Makbûle. Tedawî bû û li ser rê bû ku biçe. Wê wextê avêtin ser malê. Ji me pirsîn, ji ber ku me nas nedikir, me jî nekarî tiştekî bêjin.

(...) Piştre li pêş çavên me li wê dan. Dema ku li Şukran dan, Makbûle şoq bû û nema karî biaxive. Piştî ku ew felç bû, yek ji xizmên me ji ser hişê xwe çû. Em li ber rabûn. Zarok ji tirsa giriyan. Biraziyê min 4 salî ye. Dema ku li pêş çavên wî li Şukran dan, tirsiya û giriya. Polîsan berê çekê dan serî û gotin, 'çavê vî bigirin, naxwe ez ê berdim serî'. Piştre berê çekê dan me û gotin, 'Li ber ranebin, zarokan bêdeng bikin'. Me jî got, 'zarok ditirsin, em çawa bêdeng bikin'. Dûre gotin, 'wê çaxê em li jorê xanimê bibînin'. Şukran birin jorê."

'ERKA ME YA KUŞTINÊ HEYE'

Kesê ji malbatê diyar kir ku polîs bi kulman li Şukran dane û vê êşkenceyê saet 23:30'î dest pê kiriye heta saet 02:45'an dewam kiriye. Ferda malbatê anî ziman ku polîsan ji wan re gotiye 'Eger em bixwazin em ê we li vir bikujin. Erka me heye' û wiha dewam kir: "Bi ço li pişta Şukran dan, li her derê çoyên şikestî hebûn."

Malbatê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.