Polîsên Tirk hem îşkence kirin, hem jî pereyê wan dizîn

Necmettîn Korkmaz ê li Şapatanê dijî, îşkenceya ku li wî, hevser û keça wî hate kirin vegot. Korkmaz got, bi qûndaxa çekê li wî dane, li pişt panzerê hatiye girêdan û bi erdê re hatiye kaşkirin û polîs û leşkeran pereyê wan dizîne.

Polîsên tîmên taybet û leşkerên Tirk, li gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, bi rengekî komî îşkence li nêzî 100 kesî kiribûn. Der barê vê hovîtiyê de agahiyên nû derketin holê. Necmettîn Korkmaz, ku di dema operasyon û serdegirtina malê de îşkence li wî, hevsera wî û keça wî ya 6 salî hate kirin, ji dîhaberê re axivî.

ŞEVA ÎŞKENCEYÊ

Korkmaz ê ku şopên îşkenceyê li ser laşê wî hene, qala bûyerê kir: "Bi şev saet derdora 01.00’ê bû. Dengê piyên wan hat û piştre camên me şikandin. Ez ber bi derî ve beziyan negihîştimê. Derî jî hat şikandin. Bi pihînan deriyên me şikandin. 4-5 kesan dor li min girtin. Berê çekê dan min û bi qûndaxa çekê li min dan. Bi pihînan û kulman jî li pişt û serê min da. Gotin ku tiliya we di nav kuştina tîmê taybet de heye. Ji me re gotin 'We kiriye wê xwîna şehîdê me li erdê nemîne. Heta em li van deveran bin em ê aramiyê nedin we. Çawa me li vir can daye em ê can bistînin'. Piştre min derxistin derve û min dengê giriyê hevjîna xwe bihîst. Êzinginên me li ber derî bûn, hildan û bi êzindan li her derê min dan. Bi çekê gef li min xwarin û digotin 'em ê te bikujin'. Li min, hejvîna min û keça min dan." 

'BI PANZÊRE VE GIRÊ DAN Û KAŞ KIRIN'

Korkmaz destnîşan kir ku îşkenceyê di rê de jî dewam kir û wiha got: "Destên min bi panzêrê ve girêdan û heta mala keya min li ser piştê kaşkirin. Nêzî 500 metroyê min bi erdê re kaşkirin. Qedexe bû ku ez rabim ser piya. Her cara ku ez radibûm piya bi pihînan li min didan. Axaftin, bangkirin û qîrîn qedexe bû." Korkmaz got, hemû şêniyên gund wek wî di îşkenceyê de derbas kirin.

Korkmaz da zanîn ku bi wesayîtek spî wî birin midûriyeta polîsan û wiha domand: "Di rê de heqaret û îşkence dewam kir. Li ber emniyetê yên li benda me bûn amade bûn. Ji me re gotin 'va mêvanên me hatin. Ji vir xelasiya we tine ye'. Bi dorê li herkesî dan."

'WE HINDIK LI WAN DAYE'

Korkmaz anî ziman ku rapora lêdanê nedane wan û wiha pêde çû: "Piştî îşkenceyê Dr. Elîf Ç. rapor neda me. Doktor dema min dît ji polîsan re got, 'Werin we hindik li vî daye. Hinek din jî lê bidin. Xwîna şehîdên me li erdê namîne. Em raporê nadin ti kesî'. Ev 3 sal in em bi îşkenceya wisa re rû bi rû dimînin." Korkmaz diyar kir ku ew ji halê welatiyên li derdora wan dijîn re rêyên çareseriyê dixwazin.

PERE Û ZÊR JÎ DIZÎN

Hevjîna wî Kûdret Korkmaz jî behsa hovîtiya li dijî xwe kir. Korkmaz got ku destên wê hatine girêdan, li wê dane, ew avêtine erdê û ji aliyê 3 kesan ve hatiye eciqandin. Korkmaz destnîşan kir ku li malê alavek sax ne hatiye hiştin û wiha axivî: "Di dema serdegirtinê de pere û zêrên min hatin dizîn. Li ber çavên min pereyên min dizîn. Pere û zêrên min di hundirê sindoqê de bûn. Sindoq şikandin û hemû dizîn. Ji bo pere û zêran me serî li dozgeriyê da." Korkmaz da zanîn ku çavê keça wan a 6 salî girtine û ew li bin guhê dîwêr xistine.

Korkmaz diyar kiri ku ew ê di rojên pêşd e li gel dozgeriyê gilî bikin.