Polîsên Tirk êrîşî gorên endamên HPG û YPG'ê kirin

Li taxa Karşiyaka ya Wanê, polîsên Tirk êrîş birin ser gorên endamên HPG û YPG'ê û gorên wan xera kirin.

Li Goristana Karşiyaka ya Wanê, ku cenazeyên gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG'ê lê ne, êrîş hate kirin. Polîsên Tirk ên ketin nava goristanê, navên ku tîpên 'X, W, Q' li ser kêlan hatibûn nivîsandin reş kirin û gor xera kirin.

Wezîfedarên goristanê diyar kirin, ku 5 polîs danê sibehê bi wesayitên zirxî ketine goristanê, navên li ser kêlan jê birine û tevî ku ew li ber rabûne ji wan re gotine, "Nabe ku hûn bi Kurdî navan binivîsînin. Yên dixwazin bi Kurdî binivîsînin, waye li wê derê Kurdistan ava dibe, bila biçe li wir binivîsîne." Û ew ji goristanê dexistine.

Polîsên Tirk navê gerîlayê HPG'ê Rewan Bariştiran ê par li Dersimê di şer de şehîd bû jê bir û li şûna 'w', 'v' nivîsandin. Bav Fadil Bariştiran nerazîbûn nîşanî vê êrîşa li goristanê hate kirin, da.