Polîsên Tirk destûr neda kes tevlî cenazeyê Beçet bibe

Cenazeyê Ayten Beçet a ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî, ji hêla polîsên Tirk ve bi awayekî korsanwarî hat revandin û nehiştin ti kes tevlî merasîma cenaze bibe.

Cenazeyê Ayten Beçet a li Girtîgeha Gebzeyê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî, polîsên Tirk li Stenbolê dest danîbû ser cenaze û şadibûn Dîlokê. Bavê Beçetê Sabrî Beçet, piştî ku fêr bû cenazeyê keça wî hatiye revandin û birine Dîlokê, berê xwe da Dîlokê. Dema Sabrî Beçet kete Dîlokê polîsên Tirk ew bi zorê girtin û birin Goristana Yeşîlkent a Dîlokê. Piştî ku hat bihîstin babê Beçet Sabrî Beçet bi zorê birine goristanê, wekîlên HDP’ê Mahmut Togrul, Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Fatma Kurtulan, Ridvan Turan, Tulay Hatimoglulları, Saliha Aydeniz û Semra Guzel û dayika Ayeten Beçetê Fatma Beçet û xizmên wê ber bi goristanê ve ketin rê. Lê belê polîsên Tirk ê tax dorpêç kirî, destûr neda ku wekîl û malbata Beçet ji taxê derkevin û biçin goristanê.

Piştîş nîqaşên dirêj, polîsên Tirk tenê ji bo malbatê destûr da ku ji taxê derkeve. Wekîl û xizmên Beçet jî bi wesayîtên xwe hatin ber goristanê.

Lê belê li vir jî wekîl bi benda wesayîtên zirxî yên leşkeran hatin astengkirin û ketina wan a goristanê hat astengkirin. Li ser israra wekîlan, fermandarê leşkerên Tirk ji wekîlan re got ku ji wan re ferman hatiye ku nehêlin wekîl bikevin goristanê, tevlî merasîmê bibin. Dayik û bavê Beçet Fatma û Sabrî Beçet jî di nav de destûr hat dayîn ku komeke ji 20 kesan a ji malbatê pêk tê, bikeve goristanê. Malbatê di tariya ku çav çavan nebîne de neçar man ku cenaze veşêre.

Her wiha serlêdana malbatê ya ji bo mala sersaxiyê ya Şaredariya Şahînbey a AKP’ê ve hate redkirin.