Polîsên Tirk avêtin ser avahiya KCD'ê û gelek kes destgîr kirin -NÛ BÛ

Operasyonên qirkirina siyasî zêde dibin. Polîsên Tirk serê sibehê li Amedê avêtin ser avahiya KCD'ê û gelek malan. Di encamê de gelek kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li navçeya Peyasê ya Amedê, weşanxaneya J&J û gelek malan.

Di serdegirtinê de endamên Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Jiyan Taş û Huseyîn Kaya, ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş, Hevşaredara Farqînê ya li malê dîlgirtî Naşîde Toprak a ji wezîfeyê hatiye girtin, rêvebera MEBYA-DER'ê Yildiz Damla, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Leyla Bagatir, ji Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Sûphî Îzol û gelek kes hatin destgîrkirin.

Polîsan serê sibehê saet di 04:00 de avêtin ser avahiya KCD'ê, tabelayên KCD'ê û gelek pirtûk desteser kirin.

Lêgerîna li avahiyên KCD û weşanxaneya J&J dewam dike.