Polîsên Tirk afîşên Qirkirina Dersimê rakirin

Polîsên Tirk afîşên ku ji bo salvegera Qirkirina Dersimê li bajêr bi bîlboardan ve hatibûn daleqandin, rakirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, ji bo salvegera Komkujiya Dersimê ya di navbera salên 1937-38'an de li ser Pira Mamekî ya li navenda bajar afiş bi bîlboardan ve daleqand. Polisên Tirk ev afişan rakirin.. Li ser afîşan nivîsa "Bila cihê gorên seyîdên me yên di 1937'an de hatine darvekirin bên aşkerakirin" û navê Seyid Riza, Ûşenê Seydî, Aliyê Mirzî Silî, Hesenê İvaîmê Qijî, Hesen Aga, Findik Aga û Resîk Ûşen hatibû nivîsandin. 
 
Hat diyarkirin ku afîş bi biryara dozger ji aliyê polisan ve hatine rakirin.
 
Welatiyan bertek nîşanî polisan da. Welatiyan dema ku biryara dozger ji polisan xwestin polisan ji welatiyan re gotiye di destê wan de biryara nivîsandî tune ye.