Polîsê ku Kemal Kûrkût qetil kir, dîsa nehate girtin

Rûniştina doza polîsê ku Kemal Kûrkût qetil kiribû, li Amedê hate kirin. Ligel ku dîmen jî hebûn, heyeta dadgehê îddîa kir ku ‘delîl nehatine komkirin’ û daxwaza girtinê red kir.

Di 21’ê Adara 2017’an de Kemal Kurkutê ku ji pîrozbahiya Newrozê ji Meletiyê hatibû Amedê, di benda kontrolê ya polîsan de li ber çavê rojnamegeran ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Têkildarî polîsê bi navê Y.Ş. yê ku Kûrkût qetil kiribû, doz hatibû vekirin û rûniştina dozê îro hate kirin. Polîsan beriya dozê, derdora dadgehê û pêşiya eywana dozê girt.

Diya Kemal Kûrkût Secan Kûrkût, birayê wî Ferhat Kûrkûk, xizmên Kûrkût, parlementerên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, rêveberên HDP û DBP’ê gelek kes tevlî şopandina rûniştinê bûn.

DIYA KÛRKÛT: ZALIM, QATÎL!

Diya Kûrkût di rûniştinê de got ku, “Ev çi edalet e? Ma Kemal çi kiribû? Cezayê Kemal çi bû? Kemal qetil kirin. Bila Xwedê belaya xwe bide wî zalim û qatilî.”

PARÊZER YALÇINDAG: DIKARIBÛN KEMAL BIDIN SEKINANDIN

Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr CD’ya ku tê de dîmên qetilkirina Kemal Kûrkût tê de ye, da heyeta dadgehê û xwest ev di rûniştinê de were temaşekirin. Piştî ku heyetê li dîmenan temaşe kir, Yalçindag got ku Kemal bêyî ku were kuştin, polîsan dikaribûn Kemal bidin sekinandin.

NEHATE GIRTIN

Piştî axaftina polîsê qatil, heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê da û nehatina rapora Saziya Tipa Edlî û komnekirina delîlan kir hincet, daxwaza girtina bersûc, red kir. Heyeta dadgehê biryar da ku dosyeyê bişînin Saziya Tipa Edlî û daxwaza ku bila têkildarî bersûc lêpirsîna îdarî were vekirin jî red kir. Ji bo temamkirina kêmasiyên dozê, doz taloqî 20’ê Îlonê hate kirin.

YÎGÎTALP: DESTHILATDARÎ BÛ SEDEMA VÊ REWŞÊ

Piştî rûniştinê parlementera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp li pêşiya dadgehê axivî û got, “Kesên ku edalet dixwestin îro nehatina girtin, ew ê Kemal nehata qetilkirin. Ji ber ku desthilatdarî bû sedema vê rewşê.”