Polîsê ku 4 kes qetil kiribû, dîsa nehate girtin

Li Geverê polîsê bi navê Î.M. ji wesayîta zirxî gule li gel reşandibû û 4 kes qetil kiribû. Daxwaza girtina polîs Î.M. hate redkirin. Derket holê ku keşfa bûyerê jî bêyî mexdûr û parêzeran hatiye kirin.

5'emîn danişîna doza polîs Î.M. li Geverê ji maşîneya zirxî li ser welatiyan gule reşand û 4 welatî kuşt û 2 welatî birîndar kir û heta 15 salan cezayê girtîgehê jê tê xwestin li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de polîsê bersûc Î.M. ku serbest tê darizandin amade nebû. Parêzerê kuştiyan tev li danişînê bûn. Dozger di danişinê de xwest belge û agahiyên kêm bên temamkirin.

PARÊZER IŞIK: BERSÛC DIKE BIREVE, DIVÊ WERE GIRTIN!

Parêzerê kuştiyan Serdar Işik, diyar kir ku keşif û lêkolîna cihê bûyerê bêyî agahiya wan hatiye kirin û wiha got: "Li gorî biryarê bersûc ji danişînê nehatiye mûafkirin. Lê bersûc tev li danişînê nebûye. Ev nîşan dide ku bersûc ji dadgehê direve. Li gorî me bersûcê ku 4 kes kuştiye û tev li danişînê nebe dibe ku dixwaze bireve." Işik parezerên mexdûran jî tev li keşfê bibin.

DADGEHÊ GIRTINA POLÎS RED KIR

Heyeta dadgehê daxwaza parezeran a bila polîsê bersûc Î.M. bê girtin red kir. Heyeta dadgehê dîsa daxwaza parêzeran a dîsa tev li keşfa cihê bûyerê bibin jî red kir. Heyeta dadgehê biryar da ku li benda bersîva nivîsê rawestin a ku wan ji Dadgeha Ceza ya Gevere re şandine da ku 3 kesên pispor a li cihê bûyerê piştî keşfê agahiyan bidin.

Heyeta dadgehê doz bi armanca ku kêmasî bên temamkirin taloqî meha Hezîranê kirin.

TÊKILDARÎ KOMKUJIYÊ

Polîsan di 8'ê Cotmeha 2016'an de li ser Kolana Cengîz Topel a navçeya Geverê ya Colemêrgê, ji maşîneya zirxî ya kobra gule reşandin. Di bûyerê de Serhat Bûldan, Rahmî Safahali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dabûn, Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûbûn. Doza der barê polîs Î. M. de hat vekirin, bi sûcdariya "Bi zanebûn kuştiye" heta 15 salan ceza jê re tê xwestin. Polîsan ji Maşina plakeya wê 30 A 0593 ya bi koda Orman a aîdî Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet a Colemergê gule li ser sivîlan reşandibû.