‘Polîsan xwest ez li ser Leyla Guvenê îfadeyê bidim’

Şahid Evîndar Orûç a ku li ser Hevseroka KCD’ê Leyla Guven îfade dabû, li xwe mikur hat û got, “Ji min re gotin ‘Tu Leyla Guven teşxîs bike, wê dozger alî te bike.”

Derbarê Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven bi îddîaya ‘rêvebera rêxistinê ye’ doz hatibû vekirin. Rûniştina 12’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn hate kirin. Guven tevlî rûniştinê nebû. Evîndar Orûç a ku li ser Leyla Guven îfade dabû jî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.

Orûç diyar kir ku ew Leyla Guven wekî parlementer nas dike û ew nizane ku têkiliya Leyla Guven bi PKK’ê re heye yan na. Orûç got, “Dema îfadeya min didomiya, polîsan ji min re gotin wê dozger alîkariyê bide te. Ji min re gotin ‘Tu Leyla Guven teşxîs bike, wê dozger alîkariyê bide te’. Ji bo alîkariyê min jî zabitnameya teşxîsê îmze kir. Ez eşkere dibêjim, Leylaya ku ez birim Stenbolê û Leyla Guven ne heman kes in.”

Rûniştin taloqî 18’ê Mijdarê hate kirin.