Polîsan rê neda ku Dayika Aşitiyê li gel kurê wê bê veşartin

Polîsên Tirk wesiyeta Dayika Aşitiyê Hediye Ozalp a veşartina li gel lawê wê yê gêrîla asteng kir.

Endama Meclîsa Dayikên Aşiyê Hediye Ozalp (65) a ku li Nisêbîn a Mêrdînê dijiya, doh li Stenbolê di dema ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozalp anîn li Nisêbîn a Mêrdînê veşartin.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar, hinek endamên partiyê û Meclîsa Dayikên Aşitiyê tevlî merasîma cenaze bûn.

XWESTIBÛ KU LI KÊLEKA LAWÊ XWE WERE VEŞARTIN

Ji berî veşartinê xwestin ku cenazeyê Ozalp li gel lawê wê yê gêrîlayê HPG’ê yê şehîd bûyî ku li Goristana Hecacaye were veşartin. Lê belê polîs ji bo bicih anîna wesiyetê bûn asteng. Cenazeyê Hediye Ozalp di bin dorpêça polîsan de li Goristana Yenî Morhîs spartin axê.