Polîsan nehiştin kes tevlî merasîma cenazeyê Beçet bibe

Cenazeyê Beçet ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kir, bi rengekî korsanî hate veşartin. Hêzên dewleta Tirk destûr nedan ku ji bilî malbatê kes tevlî merasîmê bibe.

Ayten Beçet li Girtîgeha Girtî ya Gebzeyê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû. Cenazeyê Beçet li Stenbolê bi zorê revandin û bi balafirên şandin Dîlokê. Bav Sabrî Beçet piştî ku pê hesiya cenazeyê keça wê ji aliyê polîsan ve hatiye revandin, ji Enqereyê vegeriya Dîlokê. Polîsên Tirk li pêşiya bajarê Dîlokê ew sekinand û bi zorê bir Gogristana Yeşîlkentê cihê ku cenazeyê keça wî bi zorê birin wir. Parlamenterên HDP'î Mahmût Togrûl, Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Fatma Kûrtûlan, Ridvan Tûran, Tulay Hatîmogûllari, Salîha Aydenîz û Semra Guzel dema ku bi rewşê hesiyan, tevî dayik Fatma Beçet û xizmên wê xwestin biçin goristanê. Lê belê polîsên Tirk ên dor li malê girtibûn nehiştin ku wekîl û ferdên malbatê ji taxê derkevin.

Piştî nîqaşeke demdirêj destûr hate dayin ku ji taxê derkevin û parlamenter û ferdên malbatê bi wesayitan berê xwe dan goristana ku cenazeyê Beçet lê hate veşartin.

Malbat û parlamenterên gihîştin ber goristanê, pêşiya wan bi wesayitên zirxî yên jendermeyan hate birîn. Jendermeyan nehiştin ku parlamenter tevlî merasîma veşartina cenaze bibin. Dayik Fatma Beçet û bav Sabrî Beçet di nav de destûr tenê ji 20 kesên ji malbatê re hate dayin ku tevlî merasîmê bibin. Malbata Beçet di nava tarîtiya şevê de cenazeyê keça xwe Ayten Beçet veşart.

Malbata Beçet ji bo mala sersaxiyê ya Şaredariya Şahînbeyê ku li biniya mala wan e bi kar bîne, serlêdan kir. Lê belê şaredariya ku di destê AKP'ê de ye, serlêdan red kir.