Polîsan mifteyên xebatkarên Şaredariya Giyadînê kom kirin

Polîsên ku ji saetên sibehê ve Şaredariya HDP’ê ya Giyadînê dorpêç kirine, ji xebatkaran mifteyên hemû odayên şaredariyê kom kir, Qeymeqamê navçeyê Hasan Dogan kete avahiyê.

Piştî ku Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Betul Yaşar hate destgîrkirin û şûnde avahiya şaredariyê polîsan dorpêç kir. Polîsên ku bi dorpêçê re ketin avahiyê, nêzî 5 saetan lêgerîn kirin.

Polîsên ku dest danîn ser gelek belgeyên fermî, piştre jî mifteyên hemû odeyan avahiyê kom kir.

Dorpêça polîs û wesayîtên zirxî ya li şaredariyê dewam e, hate ragihandin ku Qeymeqamê navçeya Giyadînê Hasan Dogan jî ketiye avahiyê.