Polîsan gora gerîlayê HPG’ê Pîranoglû texrîb kirin

Gora gerîlayê HPG’ê Samî Pîranoglû yê ku li goristan li Taxa Ozellî ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê ye, ji aliyê polîsan ve hate texrîbkirin.

Gora Samî Pîranoglû yê bi nasnav Dijwar Goyî ku yek ji 4 gerîlayên HPG’ê yên di şerê sala 2011’an li bejahiya gundê Mêrgeh ê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê qewimî de jiyana xwe ji dest dabûn, hate texrîbkirin. Polîsên ku hatin goristan li Taxa Ozelliyê, gora ku li ser wêneyê Pîranoglû û nivîsa “Li ser xaka jidayik bibûn nû jidayik bûm. Di şerê min de zilim nîne. Ez Dijwar im, qêrîna min li çiyayên azad e. “texrîb kirin.

Ji beriya niha jî gelek gorên gerîlayên HPG’ê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatibûn texrîbkirin.