Polîsan êrîş bire ser Şenyaşaran

Polîsên Tirk êrîş bire ser malbata Şenyaşar ku li ber deriyê edliyaya Rihayê çalakiya Nobeta Dadê digirt.

Polîsên Tirk êrîş bire ser malbata Şenyaşar ku ev 358 roj in li ber edliyaya Rihayê Nobeta Dadê digire.

Polîsan ji malbata Şenyaşar xwest wêneyê ambûlansa ku 14'ê Hezîrana 2018'an êrîş çûbû ser rakin. Emîne Şenyar û Ferît Şenyaşar li dijî gefên polîsan helwest nîşan dan. Emîne Şenayaşar gote polîsan, ''Me jî bigirin, kurê min girtî ye.'' Ferît Şenyaşar jî got, ''Em li dadê digerin, heke xwestina dadê sûc me tişta hewce bikin.''

Malbatê dot duh li ber deriyê Edliyeya Herêmê ya Dîlokê û Dadgeha Cezayê nobet girtine, kes nebûye asteng û ew ê çalakiya xwe bidomînin. Amirê polîsan jî bi gotina, ''Hûn diçin an na?'' gef li wan xwar. Ferît Şenyaşar li dijî gefa polîsan got, ''Ji malbata we sê kes werin kuşin, hûn ê li mala xwe vehewin?''

Piştî ku malbatê çalakiya xwe domand, polîsan bêyî ti sedemê her kesê li baxçeyê edliyê derxist, Emîne Şenyaşar jî bi lîlandinê helwesta xwe nîşan da.

Vê navbeyê polîsan nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) asteng kir. Polîsan got qedexe ye ku dîmen were girtin, her wiha zêdegavî kir, got qedexe ye ye ku li baxçe were sekinandin.

 Malbat çalakiya xwe didomîne.