Polîsan di dema destgîrkirinê de li jinan xist

Li mezrika Sersûl a gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê polîsên ku ji bo destgîrkirina welatiyê bi navê K.A. hatin mezrikê bênavber qederekê ber bi hewayê ve gule teqandin û li jinên ku li ber vê yekê rabûn xistin.

Li mezrika Sersûl a gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê ya Wanê polîsên tevgera taybet ên ji bo destgîrkirina welatiyê bi navê K.A. hatin mezrikê bênavber qederekê ber bi hewayê ve gule teqandin. Jinên ku li ber vê yekê rabûn jî hatin derbkirin.

Di dîmenên hatin girtin de tê dîtin ku gelek polîsên tevgera taybet dora mala K.A. girtine û bera hewayê didin û bi tahdeyê K.A. destgîr dikin.