Polîsan cenazeyê şehîd Rojhat Zîlan revandin
Cenazeyê Rojhat Zîlan ê ku li dijî Wezareta Karên Hundirîn a Tirk çalakiya fedaî pêk anî, ji aliyê polîsan ve hat revandin û birin Erdîşê.
Cenazeyê Rojhat Zîlan ê ku li dijî Wezareta Karên Hundirîn a Tirk çalakiya fedaî pêk anî, ji aliyê polîsan ve hat revandin û birin Erdîşê.
Polîsên Tirk cenazeyê Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) ê ku ji tîma Tabûra Nemiran bû û di 1’ê Cotmehê de li hemberî Wezareta Karên Hundirîn a li Enqereyê çalakiya fedayî pêk anî, şehîd bûbû revandin.
Piştî DNA'yê cenazeyê Rojhat Zîlan ji aliyê malbatê ve ji Enqereyê anîn Wanê.
Malbata Şahîn ji bo cenaze bibin Erdîşê li Wanê ambulans amade kirin.
Hat diyarkirin ku polîsan cenaze revandin û bêyî agahî bidin malbatê birin Erdîşê.