Polîsan bi ser malekê de girtin: Zarokê 5 salî kirin lêpirsînê

Polîsan li Amedê bi ser malekê de girt û li B. Çelîk ê 17 salî xistin. Polîsên ku gefên kuştinê xwarin, zarokê 5 salî jî kirin lêpirsînê.

Polîsan li navçeya Peyasa Amedê bi ser malekê de girtin,  B. Çelîk ê 17 salî bi êşkenceyê destgîr kirin û zarokê 5 salî jî kirin lêpirsînê. Polîsan duh bi şev bi ser mala B. Çelîk girt ku bi malbata xwe re li Taxa Dîclekentê dijî. Hate diyarkirin ku Çelîk kirine odeyekê, êşkence lê kirine û gef lê xwarine. Hate hînbûn ku Çelîk bi îdiaya “li ser dîwaran nivîs nivîsandiye” hatiye destgîrkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Zarokan.

‘LI KURÊ MIN Û HEVSERÊ MIN XISTIN’

Dayîk Necla Çelîk a ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî da zanîn ku polîsan nêzî saet 01.00’an bi ser malê de girtin û got: “Kurê min xistin odeyê û em jî xistin mutbexê û derî li ser me girtin. Polîsan li kurê min didan û qerîna wî dihat. Bavê wî xwest wî biparêze, lê li wî jî xistin. Mal ser û bin kirin û bi pêlavên xwe yên bi herî ketin malê. Pirtûkên li mala me ku Hînker (gramera Kurdî) jî di nav de hemû kom kirin û gotin qedexe ne, min got tu pirtûkên qedexe li mala me nînin dîsa jî birin.”

GEFA KUŞTINÊ

Çelîk wiha berdewamkir: “Bi berdewamî gef li kurê min xwarin û gotin, ‘tu yê li qereqolê bibînî’. Ji zarokê min ê 5 salî re gotin ‘di mala we de çek heye? Tu ji me hez dikî?’ Polîsan çeka xwe nîşanî zarokê min dan. Êdî bes e, em vê êşkenceyê qebûl nakin”