Polîsan avêtin ser malê, berê çekê dan zarokan

Hejmara mirovên li Amedê hatin destgîrkirin bû 12 kes. Polîsên Tirk ên avêtin ser malê berê çekê dan zarokan.

Di çarçoveya kiryarên qirkirina siyasî de yên li Amedê, têkildarî 19 kesan biryara destgîrkirinê hate dayin.

Polîsên Tirk li Amedê avêtin ser 25 malan, li Pasûrê jî avêtin ser malekê. Di encamê de 12 kes destgîr kirin û 7 kesên ne li malê bûn nekarîn wan destgîr bikin.

Di nava kesên hatine destgîrkirin de Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr û Sevgul Tekîn, Osman Balta, Cevat Înan, Hayrettîn Karayilan, Erdal Bayram û Haci Karakûzû hene.

DERÎ ŞIKANDIN Û BERÊ ÇEKÊ DAN ZAROKAN

Li taxa Korhat a navçeya Baglarê polîsên ku avêtin ser mala Haci Karakûzû, derî şikandin, hevsera Karakûzû li erdê dirêj kirin û berê çekê dan zarokên wan. Karakûzû yê hate destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.