Polîsan avêtin ser avahiya HDP'ê, dest danî ser alavan
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya Wanê, dest danîn ser alavan û nota "Selamu aleykum, em hatin" danîn.
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya Wanê, dest danîn ser alavan û nota "Selamu aleykum, em hatin" danîn.
Polîsên Tirk doh êvarê avêtin ser avahiya HDP'ê ya Bajarê Wanê. Di serdegirtinê de li qatê 4'emîn ku Meclîsa Ciwanan a HDP'ê lê ye lêgerîn kirin. Polîsan dest danîn ser harddîskên komputerê û pirtûkan. Li textê li odeyê jî nota "Selamu aleykum em hatin" danîn.
Polîsan her wiha mifteyên deriyên derve û qatê çaran ê avahiyê guhertin.