Polîs û muteahît gefê li gelê Sûrê dixwin
Polîs, zabita û muteahîtan li Sûrê, ji bo ku gel malên xwe vala bikin, gef li wan xwar.
Polîs, zabita û muteahîtan li Sûrê, ji bo ku gel malên xwe vala bikin, gef li wan xwar.
Di çarçoveya pêkanînên qirkirinê yên li taxên Alîpaşa û Lalebey yên navçeya Sûra Amedê hilweşîna ku di bin navê ‘veguherîna bajêr’ qonaxa hilweşîna yekemîn bi dawî bû û ji bo qonaxa duyemîn jî xebatên hilweşînê dest pê kir. Piştî hilweşîna 2 mehan ji ber guhertina îhaleyê muteahîtên firmayê hilweşandin demekê dabûn rawestandin. Muteahît saetê sibê bi polîs û zabitayan re çûn taxê û daxwaza valakirina xaniyan ji gel kir. Gelê Sûrê ku bi mehan e li dijî hilweşînê bertek nîşan didin, di valanekirina malên xwe de bi biryar in.
GEF Û HEQARET
Hûriye Dag a ku li taxa Alîpaşayê got ku polîsan ji wan re gotiye heta roja Înê ger ku hûn dernekevin wê rewş were guhertin û wê kesên din ji heqê we bê.
Songul Ozdemîr jî bal kişand ser rewşa giran a şertên zivistanê û got ku polîsan ji wan re gotine “Hûn fêrî belaşiyê bûne, dewlet ji xwe pere dide we, hûn hemû nankor in.”