Polîs bi darê zorê malbatan dişîne avahîya HDP’ê!

Derket holê ku malbat dema ji bo zarokên xwe serlêdana windabûnê li polîs û jendirmeyan dike, polîs zextan li wan dike û dibêje “Biçin çalakiya li pêş avahiya HDP’ê.”

Li Amedê hin malbatên ku îddîa dikin zarokên wan bi darê zorê birine çiyê, bi beralîkirina polîsan li pêşiya avahiya HDP’ê çalakiya xwe didomînin.

Rêveberên HDP’yî diyar kirin ku gerînendetiya emniyetê berê malbatan daye avahiya HDP’ê.  Malbatên ku diyar kiribûn “Em çûbûn çiyê, me zarokên xwe dîtibûn lê zarokên me nehatin” jî ji aliyê rêveberên HDP’ê hate piştrastkirin. Derket holê ku malbatên ji bo dîtina zarokên xwe diçin emniyetê û qereqolan yan jî malbatên ku zarokên wan tevlî nav HPG’ê bûne emniyet û qereqol gazî wan dikin û li ser malbatan ferz dikin ku biçin pêşiya avahiya HDP’ê.

POLÎS JI MALBATAN RE DIBÊJIN: BIÇIN ÇALAKIYA LI PÊŞIYA HDP’Ê!

Hate diyarkirin ku malbateke li Êlihê 2 hefte ne, zarokê wan nehatiye malê û ew jî çûna gerînendetiya emniyetê û serlêdana windakirinê kirine. Polîsan duh gazî malbatê kirine û gotine “Zarokê we 99 ji sedî derketiye çiyê”. Rayedarên emniyetê gotine, heke zarokê we sînor derbas nekiribe, teqez em ê bibînin lê heke sînor derbas kiribe jî wê ji ser PDK’ê karibin xwe bigihînin zarok.

Rayedarên emniyetê hin vîdeo nîşan dane dema ku ciwanên tevlî nav HPG’ê bûne, sînor derbas kirine. Malbatê diyar kiriye zarokê wan ne di nav wê komê de ne û polîsan xwestine malbat biçin tevlî çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya HDP’ê bibin.

Hat diyarkirin ku polîsên bi malbatan re axivîne jî li TEM’ê peywirdar in.